Kurmes Dernegi Resmi Web Sitesi

5 deverên Dêrsimê ji kesên sivîl re hat qedexekirin

Serokerkaniya Artêşa Tirk bi daxuyaniyek eşkere kir ku ji 25ê Sibatê û heta 25ê Gulanê ya sala 2010an 5 deverên bejahiya bajarê Dêrsimê, wek herêmên leşkerî hatine destnîşankirin û ji ber vê jî, ji kesên sivîl re hatiye qedexekirin.

Li gor ku di malpera resmî ya Serokerkaniya Artêşa Tirk hat belavkirin, ji 25ê Sibatê û pêve heta 25ê Gulana 2010an li bejahiya bajarê Dêrsimê 5 deverên ku koordînatên wan li jêr hatine diyarkirin, wek herêmên leşkerî hatine destnîşankirin û ji ber vê jî, ji çûndin û hatina kesên sivîl re hatiye qedexekirin. Herweha, di daxuyaniya Serokerkaniyê de hatiye destnîşankirin ku bi hatina Biharê re ji ber ku dê li deverên navborî operasyonên leşkerî dest pê bikin, ji bo xelqê sivîl di vê pêvajoyê de zerar nebîne, ev deverên navborî ji çûndin û hatina wan re hatiye qedexekirin.

Ew 5 deverên bajarê Dêrsimê ku ji kesên sivîl re hatine qedexekirin, ev in;

-Deverên wek Efeagalı, Altinhuseyin, Kizilmesçit yên girêdayê navçeya Pilemûrê û rêzeçiya û daristnên li ser sînorê Çewlik û Gêxiyê.

-Geliyê Dokuzkaya û daristanên derdora wê yên navbera navçeyên Pilemûr û Nezmiyeyê.

- Rêzeçiya û daristnên li Geliyê navbera navçeyên Melkişî (Çemişgezek), Xozat û Zerenik (Ovacık) ku heta navçeya Kemaliyê ya Ezirganê dom dike.

-Daristan û deverên çiyayî yên li gundên Kocatepe, Çambulak, Buyerbaba, Yalmanlar û geliyê Ahpanisê

-Beşeke mezin ya ji Çiyayên Mûnzûr û Mercanê