Kurmes Dernegi Resmi Web Sitesi

 Haberler

Yöre derneklerinin '16 Nisan' kararı: Yüz bin kere HAYIR!

hayırrrr
Demokratik Yöre Dernekleri Koordinasyonu, 16 Nisan'a dönük kararını, "Yüz bin kere Hayır" diye açıkladı.
 
Demokratik Yöre Dernekleri Koordinasyonu (DYDK), 16 Nisan'da yapılacak olan anayasa referandumuna ilişkin “Halklar Hayır diyor” şiarıyla Şişli Kent Kültür Merkezi’nde basın toplantısı düzenledi. Toplantının düzenlendiği salona, “Savaşa, inkârcılığa, asimilasyona Hayır”, “Özgür basın susturulamaz, tutuklu gazeteciler onurumuzdur, baskılara Hayır”, “OHAL’e baskıya-zulme, diktaya-faşizme Hayır” gibi birçok yazılı pankartın asıldı. Toplantıya, koordinasyon üyesi birçok yöre derneği temsilcisi katıldı.

'UĞURSUZ GİRİŞİMİN ÖNÜNÜ KESECEĞİZ!'

Koordinasyon adına basın metnini okuyan Mesut Gerçek, iktidarların çarpık politikalarıyla, zorunlu göç ve iskanlarla ülkenin dört bir yanına dağıldıklarını belirterek, metropollerde zorlu var olma çabalarıyla yöre dernekleri oluşturup yan yana geldiklerini söyledi. Yöre dernekleri olarak ülkenin içinde bulunduğu referandum durumunun hayati önem taşıdığını dile getiren Gerçek, "Anayasa değişiklik paketini hazırlayanlar bunu birlik-beraberliğimizin ve güçlü Türkiye'nin teminatı olarak takdim ediyorlar. Halklarımızdan onay istiyorlar. Oysa bu paket daha baştan gayrimeşrudur. Bu ülkede yaşayan tüm etnik ve inanç kimliklerinin haklarını garanti altına almayan bir metin, birlik ve beraberliğimizin teminatı olamaz” dedi. Bu sözleşmede toplumun tüm kesimlerinin taleplerinin dinlenmeden hazırlandığını belirten Gerçek, “Bu ancak bir iktidar kliğinin çıkarlarını ve geleceğini garantileme çabasıdır. İktidarın bugüne kadarki icraatlarının ülkeye verdiği zararın hesabı sorulmasın diye mutlak bir dokunulmazlık kazanma çabasıdır” şeklinde konuştu.

Gerçek, anayasa değişiklik paketinin baştan sona anti-demokratik olduğunu ifade ederken, devletin bütün yetkilerinin tek adamda toplanacağını ve yasama, yürütme, yargının hazine başkanın emrine verileceğine vurgu yaptı.

Gerçek, şunları da ifade etti:

"Parti liderlerinin vesayeti ve adaletsiz seçim barajıyla sakatlanmış parlamenter sistem tamamen işlevsizleştirilmek isteniyor. Yargı emir erine çevriliyor, sorunlu bir adalet sisteminden mutlak adaletsizliğe geçilmek isteniyor.80 milyon yurttaş tek adamın tebaasına çevrilmek isteniyor. Asla kabul edilemez. Bu referandum yarışı eşitsiz ve adaletsizdir. Onlarca televizyon, gazete, radyo, haber ajansı kapatıldı. Binlerce siyasetçi, gazeteci, yazar, akademisyen ve yerel yöneticiler hapiste. ‘Hayır’ çalışması yürüten tüm çevrelere yoğun bir baskı var. Bu Anayasa paketini halka doğru anlatabilecek herkesin önü kesilmeye çalışılıyor. Öte yandan iktidar partisi devletin bütün olanaklarını, hazineyi, kamu araçlarını kampanyasının hizmetine sokmuş denetimsizce kullanıyor. Tarafsızlık yemini etmiş mevcut cumhurbaşkanı referandum kampanyasına katılarak anayasal suç işliyor. Bu adaletsiz yarışa rağmen halkların 'Hayır' iradesi güçleniyor.”
"16 Nisan'da 'uğursuz girişimin' önünü keseceğiz" denilen metinde, "Bir arada, kardeşçe yaşamamızı imkansız hale getirecek, toplumu kutuplaştıran, ‘Hayır’ diyenleri vatan haini, millet düşmanı gibi gösteren siyaset diline yüzbin kere ‘Hayır" diye kaydedildi.
Kaynak:ANF

 Dernek

 

DownloadKurmeş Derneği üyelerinin dikkatine.


Sayın üyeler,


Kurmeş Derneği yıllık üyelik aidati önümüzdeki hafta bize vermiş oldugunuz konto numaranızda 20.00 Eura çekilecektir.
Konto numaralarında değişiklik olan üyeler lütfen yeni konto numaralarını Dernek Başkanı Sayın Mehmet Yılmaz'ın WAB numarasına veya 0178 2638661 nolu telefona bildirmeleri önemle rica olunur.


Saygilarimla
Dernek Saymanı Polat Durmuş 12.06.2017

 Köyümüz

Mehmet IdarMEHMET İDAR


Fransa – Paris te yaşayan değerli köylümüz 60 yaşında
MEHMET İDAR 05.06.2017 de geçirdiği bir kalp krizi sonucu
bugün  vefat ettiğini üzülerek duymuş olduk.
Kendisine Allahtan rahmet, Idar ailesi ve yakınlarına başsağlığı diliyoruz.
Cenaze işlemleri ve taziye konusunda ileride geniş bilgi verilecektir.

 

 

 

 


Kurmeş Derneği
Yönetim Kurulu
06.06.2017

 Kültür & Sanat

Jiyan û rewşa şivanê Kurda

Di çanda kurda de cotkarî û ajalvanî gelek pêşve çû ye, ji ber ku kar û pîşeyê wan tim ev bûye. Şivanti jî karek pir cudaye û ne hunerê herkesî ye. Ji bo vê malbatên ku şivantiyê nekiribin tune ye an jî kesek bê agahî tune ye. Ji ber vê cihê şivantiyê gelek girîng û bi qêmet e.

şivan-660x330Em ‘ewul pezan nas bikin, sê çeşît rengê pez hene; pezê sor, spî û reş. Xûyê bizinê bi rik û har e, mih jî sernerm û mûlayim e.

Pezê nêr û mê li gor salanên xwe tên binavkirin: Pezên mêşîn: mî yê nêr; berxên ku nû zaye berxê virnî, ê ku salekê xwe tijî nekiriye hilû, yê salekê re kavirê nêr, ê du salî re hogeç, ê sê salî beran, ji vir şûnda beranê qert(maz) tê gotin. Yên mê re; berxê virnî, kavira mê, berinbîr, bizaştir û mihê yeksalî, yê din du berî, sê berî û miha qert tê gotin.

Terşê bizin jî: ê nêr; kar, gîskê nêr, hevûrî û nêrî. Yên mê jî kar, gîskê mê, tiştir, bizaştir û bizin.

Şivan û pez herdu jî heval in, tu car ji hev naqetin. Şivan li pez mêze dike, diçîrîne û xwedî dike. Li berxên biçûkan jî zarok lê mêze dikin yanê jê re berxvan tê gotin.

Di tûrê şivan de; kêr, ar/agir, xwê, şekir tim û tim tê de heye, car jî gopal, şiv an ço, tizbî, û ji ber ku kilamê kurdî guhdar bike radyonê ji xwe qet naqetî ne. Kulavê xwe tim li xwe nêzîk dihêle çavê wî tim lê ye. Çekê şivan jî tim di ber de ye. Cilên wî çefî, egal û şal e.

Kulav ji şivan re tim star e di her demsalê de, di germ û sermayê de. Çekên/cil şivan ê sermayê tim pê re ye, yan jî li hola dihêle.

Şivan serê sibê şefeqê zû, ku çav der û dorê nabîne, yan hîna şev reş e di hunikayê ya sibê de pezê xwe digre hêdî hêdî dibe li cihê beyar û pirêzê de diçêrîne ku pez têr bixwe. Bi roj jî ku hewa germ dibe pez nikare biçire pezê xwe dîne li ser cirna kaniyekê av dide, paşê jî ku sî hebe dibe bin siyê mexel dike, ku sî tunebe li cihê hunik mexel dike. Cihê beriyê ya her kesî diyar e, berivan tên, xwarina şivan dînin şivan xwarina xwe dixwe, berivan jî pezên xwe didoşin, şîrê xwe digrin, xatir ji şivan dixwazin û derin malê.

Şivan li ber êvarê di dema hunik de pezê xwe digre û dibe çêrandinê, mêrg û zeviyan dewer bi dewer digerîne. Êvarê mixurbê jî li nêzeka hola pez dihewîne, berivan tên şîrê xwe didoşin û karê berivana wê rojê li çolê diqede.

Şivan tim li ber pez e û her daîm şiyar e, bi çav, goh û hestên xwe tim bi çarçav e. Pez bi ro û şev tim di talûkê de ye, talûke; diz, keftar, gur û dijmin e.

Carna ku şivan ji holan an malan dûr dikeve an xwarina wî diqede şîr digîhîje hewara wî, carna nanê xwe yê hişk hûr dike û dike nav şîr, carna jî ku xwarin hebe an tune be jî şîr tim li cem e û dikare şîrê xwe bidoşe, şekirê xwe dixe nav, û vedixwe şîrê tezeyê bi tehm.

Şivan bi şev pezê xwe diçirîne çimkî bi şev pir hunik e û di hunikayê de pez xweş diçêre, wexta ku pez westiya an têr bû, pezê xwe mexel dike. Ji bo ewlehiya xwe û pez, ku şivan radikeve mîhekî an bizinekî yê ku kerî kiriye (‘elimandiye xwe) bi bend bixwe ve girê dide ku bi şev di xew de pez bê xeber û destura şivan neçe deran û wenda nebe, an jî ku gur û diz werin bi vekişiyayê an bi çûyîna pez re şivan bi pez şiyar dibe.

Şivan çiqas şivan be, şivan ne bi tena serê xwe ye, kuçik jî alîgirê şivan e, kuçik hevalekî dilsoz e, şivan ji kuçikê xwe qewetê digire û tirsa wî diçe. Lê ji bo çî dibêjin “kuçikê pez.” Kuçik bi şev an bi ro kuçik tim ji pez re ewle ye û pezê distirîne, ku kuçik talûkekî dibîne gohê xwe tûj çavên xwe jî bi baldar li nav pêz, der û dor mêze dike û digere, ku reşikek an jî mirovek xerîb bibîne di’ewute dibe “ ‘ewt ‘ewta” kuçikê. Şivan û pez bi wî dengê şiyar dibin, û dizanin ku talûkek heye û pez xwe ji wî talûkê distrîne. Ku talûke derbas dibe kuçik asta alarma xwe dadixîne û dikeve normalê, kuçik ji pez re dibe destber, pez bi pê ewle dibe û birehetî diçêre.

Kuçikê şivan weka şivan li dora pez de digere, doş dibe, dere û tê, û pez berhev dike. Ku kuçik bihna xerîbî, gur û cinawur digire di dora pez de dere û tê li pez û xwediyê xwe mêqet dibe.

Pez malbata şivan e! çîmkî şivan ji bo pez malbata xwe diterîkîne, jiyana wî tim dibe ew. Pez çîqas bê heş û zîman be jî di navgîna şivan û pez de ragihandinek heye û şivan bi zimanê pez dizane; “Hîîîrrrr (ji bo ku pez here.” Ji bizinan re “ ‘ey ” (ji bo şiyarbûnê), “Tibvê (ji bo ku pez were)”, li ser avê “dirêyyyy (ji bo av vexwarina pez)”, “hohohooooo, hooy (ji bo ku pez komê serhev bibe)…

Şivan li pezê xwe mêyqet dibe, wek bayterek çi nexweşiya wê hebe li gorana wê derman dixwaze û didiyê. Kijan pez bi xwînê dikeve, xwînê jê ber dide. Dizane ku pezê wî kîjan avis e, li ber zayînê ye. Wexta ku pezê wî dizê kar an berxê virnî dide ber dê, mih jî lê didalêse, paqêj dike mîna canê xwe. Şivan pezê xwe derman dike ji bo qijnik û qirnikan carnan jî serşoyê pez dike. Ji pez re nexweşa pez a pir xeraw tewek e, ku pez bi tewekê bikeve pez nikare here derekî…

Di mewsîma bihari de dema ku hewa germ dibe pezê xwe bi hevrîngê diquse heriya wî berhev dike xwedî pez heriyê xwe dibe mal.

Di aqil û heşê şivan de, di jiyana wî de çiqas pez, çêrandin, çol û ziyan û ezman be jî jiyana wî ne tev ev e, lê hestên wî jî hene, ji xwe re stranan dibêje, kilamên xweş bi bîlûrê dibêje, deng û bilûra wî ji pez re wek zingil, ji çolê re jî dibe dengê musîkî. Şivan bi bilûra xwe bi awazek şêrîn xwe, hevalên xwe kêfxweş û şa dike.

Pez bi bilûra şivan wer dibe ku êdî pez bi dengê bilûrê zane ku şivanê wî kî ye. Şivan ewqas ku pêş de dere ku bi bilûrê pez dajo, vedigerîne û dimeşîne. Bilûr dibe ragihandina pez û şivan. Şivan bilûrê dikemilîne. Çawa ku şivantî hunerê şivan e, bilûr jî ewqas hunerî wî ye.

Şivan li çolê bê lîstik jî nabe, şivanên dewerê yek caran tên cem hev sêgavkê, bezandin, çilûlî… dileyzîn û di bazdanê de jî govendê girêdidin; şêxanî, delîlo……. dileyzin û direqisin bî kêf û coş.

Kesek nikare kari kesekî bike û karê yê herî xweş pîşe ye. Şivantî jî ne karî herkesî ye û ne rehet e, û gelek dijwar e. Şivan tim şiyar e, aqil û heşê wî tim li ser pez e, pezê xwe nas dike, zane ku pez nexweş e, westiya ye an tî û birçi ye, bi meş û helwesta pez dizane. Yanê şivanê me yê kurda tam şivan e û di karê xwe de huner e. (Candname.com)


mitgliedgazetekurmessteine

Etkinliklerimizden Haber & Fotoğraflar

Duyuru & Ilanlar

    

 

08
09
10
06
07
05
03
04
02
01

ziyaretciwedding

ESNAFLAR
ESNAFLAR
ESNAFLAR
ESNAFLAR

YAZARLAR

64Mehmet Yilmaz
67
Ali-Ekber Aslaner
68
Haydar Uc
azizoz
Aziz Öz
 haydaraslan
Haydar Aslan
polatdurmus 
Polat Durmus
 75
Ayfer Ber
 
hidirgueneri
Hidir Güneri
71 
Ismet Bangus
74
Hasan Aslan
 default
Iskender Imak
63
Ehmed Pelda
72
Ferhat Tunc
 
76
Ergin Doğru
 
70
Haydar Işık
 
65
Ali-Haydar Gürbüz