Kurmes Dernegi Resmi Web Sitesi

Ji dozgerên Roj TV’yê nameyek skandal

Doza Roj TV ya ku doh demjimêr di 09.30 de li paytexta Danîmarka Konpenhagê dest pê kir, bi pêşketinek balkêş dest pê kir. Di nameya spasiyê ya dozgerên Danîmarkayî yên ku gelek caran çûne serdana Tirkiyeyê de “We dilê me gelek xweş kir” tê gotin.. 
Derket holê ku beriya doze dozgerên dozê gelek caran çûne Tirkiyeyê û ev jî bûn sedema gotûbêjên nû. Ev dozger gelek caran çûne Tirkiyeyê û bi rayedarên dewleta Tirk re jî hevdîtin pêk anîne, derket holê ku di nameya spasiya ji wan re hatî de “We dilê me gelek xweş kir” tê gotin. 
Parêzerê Roj TV Biorn Elmquist ev yek derxist holê. Parêzerê Roj TV diyar kir ku êdî rewatiya dadgehê bûye mijara gotûbêjkirinê û xwest ku doz were xirabkirin. Parêzerên Roj TV di parastina kirin de diyar kir ku kes nikare dozê weke “terorîzmê” bişopîne, ev doz di çarçoveya azadiya raman û hizirê de hatiye destpêkirin. Balê kişandin ser delîlên dozgeran ên çavkaniya xwe ji Tirkiyeyê digirin û xwest doz were betalkirin. Dadgeh ji bo vê daxwazê navberek nîv seatî da rûniştin. Dadgehê piştî navberê dîsa daxwaza parêzeran red kir û derbasî xwendina îdîanameyê bûn.

Dadger salon terikand
Hat zanîn ku di dema xwendina îdîanameyê de du endamên MÎT (îstîxbatara Tirk) û heyetek a Tirk jî doze dişopîne. Gava parlementerên BDP’ê ketin salonê, endamên MÎT’ê parlementeran destnîşan kirin. Ji ber wê jî BDP’iyan nerazîbûn nîşan da. 
Her wiha, ji ber ku Rêveberê Roj TV Îmdat Yilmaz şahid e, dozger daxwaz kir ku dadgehê neşopîne. Lê ji ber ku rêveberê Roj TV ye, ji ser îtîraza parêzer niha doz şopand. 

Piştî ku dozger di îdîanameya ku dispêre Rêxistina Sîxûrî ya Danmarîka (PET) îdîa kir ku PKK rêxistineke terorîst e, parêzerê parastinê mudaxeleyê xwendina îdîanameyê kir û diyar kir ku evane sînorên dozê derbas dikin. Ji ber wê jî dadger salonê terikand û îtîraza parêzerê parastinê Bjorn Elquist mafdar dît. Dadger biryar da ku beşa îdîanameyê ya ku dispêrin PET’ê neyê xwendin. Ev rewş weke serkeftina yekemîn a parastinê hat şîrovekirin.
Her wiha dozger qebûl kir ku ew çûye Tirkiyeyê.


KOPENHAG