Kurmes Dernegi Resmi Web Sitesi

Li Pertekê listika hilbijartinê ya AKP'ê

Rêxistina AKP'ê ya Navçeya Pêrtekê ya Dêrsimê bi hinceta li navçeyê rûnanên, bi daxwaza qeydiya 227 kesan bê paqijkirin serî li Lijneya Hilbijartinê ya Navceyê dabû. Li ser vê yekê qeydiya 163 kesan hate paqijkirin. Di nava kesên tevî ku li navçeyê rûdinên jî qeydiya wan hatiye paqijkirin de, xwîşak û dayîka şaredarê navçeyê jî neye. Şaredarê Pertekê Kenan Çetîn, diyar kir ku bêyî tu belge bên nîşandan tenê li ser belgeyên ji aliyê midûriyeta ewlehiyê ve hatine dayîn peydiyên hilbijêran hatine paqijkirin û xwest Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê berpirsyarî nêzîk bibe.

Rêxistina AKP'ê ya Navçeya Pertekê, bi hinceta li navçeyê rûnanên xwest qeyda 227 hilbijêrên li taxên Îstîklal, Derebaşi, Kaledîbî û Sogukpinar rûdinên bên paqijkirin. Piştî serlêdanê Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê qeyda 163 kesan paqij kir. Ji hin malbatan qeydiya 7-8 kesan hatiye paqijkirin. Welatiyan li hemberî vê yekê nerazîbûn nîşan dan û xwestin ev yek bê sererastkirin.

'Mafê welatiyan tê astangkirin'

Şaredarê Pertekê Kenan Çetîn, têkildarê mijarê de agahî dan û anî ziman ku Rêxistina AKP'ê bi hinceta li navçeyê rûnanên der barê 300 kesan de serî li Lijneya Hilbijartinê ya Navçeye daye. Çetîn, bilêv kir ku heta niha li ser vê serlêdanê qeyda 163 kesan hatiye paqijkirin û wiha got: "Divê ji bo paqijkiran qeydan belge bihata nîşandan. Qeydên van kesan li gorî belgeyên ji aliyê midûriyeta ewlehiyê ve hatine dayîn hatine paqijkirin. Bi vê yekê mafê welatiyan ê ji bo hilbijartinê ji destê wan tê girtin. Tişta herî sosret ji ew e ku qeydiya dayîk û xwîşka min jî hatiye paqijkirin. Ev 15 sal in ez li vir dijîm. Mala dayîka min ji 20 metreyan dûrî Midûriyata Ewlehiyê ye. Çawa nizanin em li vir rûdinên an na." Çetîn, derbirî ku dê hemû rêyên hiqûqî bikar bînin.

Welatiyê bi navê Îsmet Palanci ku ji zarokatiya xwe heta niha li vir dijî, diyar kir ku qeydiya 8 kesên ji malbata wî hatiye peqijkirin û wiha pê de çû: "Fatoreya avê di destê min de ye. Pertek cihekî biçûke, her kes her kesî nas dike. Ew bi qestî wiha dikin. Ev 20 rojê ez hewldidim ku navê xwe bidim nivîsîn.

 Ez ê dengê xwe ji bo gelê xwe bikarbînim."Zuhre Şeker jî, destnîşan kir ku ev 3 dewre li Pertekê dengê xew bikar tîne û wiha got: "Qeydiya hevser û keça min nehatiye paqijkirin, lê ya min hatiye paqijkirin. Ez wan şermezar dikim." Şeker, ragihand ku ev 15 sal in li vir dijî û diyar kir ku ji bo tespîtkirina navnîşanê jî tu kes nehatiye mala wê