Kurmes Dernegi Resmi Web Sitesi

Şaredar Dêrsimê Abdîl: Gelek caran qral bûne sûcdar û sûcdar jî bûne qral

Şaredara DTP'yî ya Dêrsimê Songul Erol Abdîl bi boneya gotinên, 'Gêrîlla û Birêz" bikar anîne, bi hinceta, "Propgan rêxistinê kiriye" li Dozgeriya Komarê ya Dêrsimê îfade da. Dozgeriyê bi armanca berfirehkirina lêpirsînê ji Wezareta Karên Hundir destûr xwest. Abdîl anî ziman ku ew gotina 'Birêz' wekî sûc nabîne û anî ziman ku gelek caran qral bûne sûcdar û sûcdar jî bûne qral.

Şaredara DTP'yî ya Dêrsimê Songul Erol Abdîl di panela bi navê "Dêrsim 1937-1938: 70 sal piştre" a li Parlementoya Ewropayê hatî lidarxistin û 8'emîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Dêrsimê de gotinên "Gêrîlla û Birêz Ocalan" bikar anîbûn. Dozgeriya Komarê ya Dêrsimê bi boneya bikaranîna van gotina derbarê Abdîl de doz vekir. Abdîl di çarçoveya lêpirsînê de îfa da. Abdîl qebûl kir ku îfadeya, "Li bajarê me baraj tên çêkirin. Ev baraj li hemberî gêrîlla tên çêkirin. Hate qebûl kirin ku sedema kuştina Hasan Şahîn ew e ku kurê wî di nav gêrîllan de ye" bikar anîye û nafikire ku gotina "Gêrîlla" sûc e.

'Gel ji pêkanînên li hemberî Ocalan nerazî ye'

Têkildarî lêpirsîna bi boneya axaftina di 8'emîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Dêrsimê kirî de jî anîziman ku ew wekî siyasetmedarek herêmî pirsgirêkên gel rû bi rû dimîne bi mînakên dema berê vegotiye. Abdîl wiha got: "Mijarek jî şert û mercên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Îmraliyê di nav de dimîne, bû. Ocalan rastî pêkanînên kefyî tê. Lê li gorî zagonan kî be bila bibe, divê mafên wî yên mirovan neyên binpêkirin. Min di axaftina xwe de balkişandiye ser pêkanînên Îmraliyê û bandora vê ya li ser civakê. Ji ber ku li hemberî pêkanînên li dijî Ocalan gel nerazî ye. Min xwest ez rêveberên welat hişyar bikim."

'Sucdar bûne qral, qral bûne sûcdar'

Abdîl daxuyand ku lêpirsîna bi boneya gotina, 'Birêz' hatiye vekirin jî li dijî azadiya ramanê ye û wiha pêde çû: "Lêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo gelên tirk û kurd gelek ked daye. Ji bo ev gel di nav aştî û biratiyê di bijîn gelek xebat kirine. Ocalan ji hêla 3 milyon 500 hezar kesî ve wekî îradeya siyasî hatiye qebûlkirin. Di paşerojê de jî gelek caran derketiye holê ku serdestên wekî qral, paşa ê nwelatan wekî sûcdar û yên sûcdar hatine îlan kirin jî wekî qral hatine îlan kirin. Li welatê mejî ev rastî naguhere." Abdil anî ziman ku Erdogan jî demekê wekî sûcdar hatiye cezakirin lê niha Serokwezîrê Tirkiyeyê ye. Abdîl mînaka Serokê Afrîqaya Başûr Nelson Mandela jî mînak da û diyar kir ku di nav demê de hukmên hatine dayîn diguherin.

Dozgeriya Komarê ya Sêrtê ji bo derbarê axaftina Abdîla ya di 8'emîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Dêrsimê kirî de lêkolênek berfireh bike, ji Wezareta Karên Hundir destûr xw