Kurmes Dernegi Resmi Web Sitesi

Mamosta Medya dest bi matematîka bi kurdî kir

Mamoste Medya ya 10 salî ku li Amedê, li odeyeke mala xwe dersa zimanê kurdî dida zarokan, niha jî bi kurdî dersa matematîkê dide. Mamoste Medya ku 27 şagirtên wê hene, ji bo Heftiya Ziman a Cîhanê diyar kir ku divê gelê kurd ji her kesekî bêtir xwedî li zimanê xwe derkeve.

Mamoste Medya diyar dike ku ji bo jiyandina zimanê kurdî divê her dayikek bibe mamosteyek û ji bo ziman seferberiyek bê îlankirin. Mamoste Medya da zanîn ku dê heya dawiya jiyana xwe xizmeta zimanê kurdî bike. Mamoste Medya wiha axivî: “Ez timî xiyal dikim zarok li kuçeyan bi tenê bi zimanê diya xwe biaxivin, lê pirê caran zarok navên wan bi kurdî ne û bi zimanekî din diaxivin û ez pir ber vê yekê dikevim. Eger em zimanê xwe wenda bikin, em dê çewa bikaribin bibêjin ku em kurd in? Ez niha bi kurdî dersa matematîkê jî didim.”

Mamoste Medya dide zanîn ku 27 şagirtên wê hene, ji heftiyê 2 rojan perwerde dide û wiha berdewam kir: “Tu tiştek nikare rê li ber hînbûn û hînkirina zimanê min ê dayikê bibe asteng. Eger malbata min jî destûrê nede, ez ê li kuçeyan dersê bidim.” Jêder: ANF /Amîda Kurd