Kurmes Dernegi Resmi Web Sitesi

HEWLDANEN DEMOKRATIK ÇIMA TE ASTENGKIRIN?-İsmet Banguş

Wek te zanîn berî çend mehan  berî , bi nava   „Çareserkirina Pirsgirêka Kurd“ Paşejî   ew hat guharandin û bû „ Projeya Yekbûna hewgirtina  netewa Tirk“ û hînjî ev gotinan berdewam dike. Va gotin û nêzikbûna bi navê „vekirin“ bi rastî bi xwere pir guman dimeşand.Ji gundîyekî Kurd heta Sîyasetmedar,Akademîsyen, Ciwatnas, Diroknas û kesên demokrat bi şik  û guman nêzik bûn.

 

Lê li cîhekî pirsgirêke Kurd û çareserîye vî bê Kurd dihat/tê şîrovekirin.Rastgotin meseleya Kurdan bi Kurdan yan jî bi muxataban ve nehat/nê  pêyîwî.

 

Rayedarên Tirk û hewalbenden van mîna Yekitîya Ewrope –Dewleta Yekitîya Amêrîka di her firsendêda, Kurd nîşan didan û digotin pirsgirêken xwe di rîya demokratîk û nav sîstemekî Parlemenî niqaş  bikin! Yanî navnîşana çareserîye meclîs didan nîşan.

 

Mîna te zanîn AKP hertim tanî ziman ku, ew li ser Kurdan xadan gotinin,û xwe  mîna temsîle kurdan bi nav dikirin.Piştrastkirina van gotinen vale  ev mîsal didan ji ber ku ev xadanen heftê (70) parlamenteren Kurd ê li herem di nav partîye dabûn.

Van parlementeran mîna tê zanîn nêz 8 salin ji bo Kurdan, dîrok, çand û gelê xwe tu tiştek nanîn hole.

 

Berî hilbijartine 21 Adar 2009 de serokvezîr bi kêyf û bi xwe bawer digot emê,çend bajar qeleyên van (Dêrsim,Wan,Sêrt) ji dest van bigirin  (DTP nîşan dida)

 

Mina te zanîn AKP paşhilbijartine hezeyanek girîng jîya. Li herem Kurd ligel vê yekê

Astengkirin,bêtahamûlî bi ser ketin,şaredêren xwe du qat zêde kirin.Bersiva hikumet û betahamûlîye xwe bi dereng neket û li 14 Nîsane yanî du hefte şûva erîşe ser DTP“yan kirin.Rêveberen van binçav û tijîye girtîgêhan kirin.

Operasyonen Leşkeri heta îroj berdewamin.

Di nav AKP de du hêz derket hole.Yên dixastin vî pirsgirêk bi rîya sîyasî çareser bike,pêvajoyek nu destpê kirin.Bi rengekî weşartî hevdîtinek bi Kurdan hat dîtin,û komek gerîlla hatin Tirkîye.Gel ev bi coşekî mezin pêşvazîkirin.Van dîmen neçû xoşa şerxazan.Ev doza li hember DTP hatibû despêkir dîsa anîn pêş Kurdan,DTP hat girtin.

Kurd  li her dever derket ser rîyan,bajaran ev bûyer mîna fermandayîna Kurdan bi navkirin.Siyasetwan û parlemenên DTP derbasî partîya xwe ê  nû BDP bûn.

Ev dest ê dirêj ku naxwaze aştîyek pêk ware iroj jî êrîş birin ser BDP û şeradar binçavkirin.

Hêzen ku bi salan di bin sîya barût û xwîn de dijîn, rantxaren qirêj naxwazin şer dawî bibe.

Li hember van bûyeran dengê demokraten astî, çepkir,pir zêde derneket/nebihêzbû.

Çapemenîya  Tirk di vî şerê qirêj ê taybet de li hember gelê KURD Û Tevgera Azadî weke rêxistineke kontgerîla dîsa tevdigere.

Hikumeta AKP“ê vê rêbaza şerê psîkolojîk bi  kar tîne.AKP demokrasîye tenê ji bo xwe dixwaze.Va şerê taybet bi her alî  sîyasî,aborî çandî,bi şiklekî êrîşe civake dike.

Bi dîtina min di nav dewlet û civake Kurd de ji hev dûrketina  hest bilind dibe.

Operasyona dawî li djî hewldanên çareserîya demokratîk a Kurd e.Ên hatin binçavkirin bi ti awayî nav kirinên dijzagonî.Ez dîsa hêvîdarim,aştîxaz ê  bi serkevin.Silav