Kurmes Dernegi Resmi Web Sitesi

Newroz-İsmet Bankuş

Îsal disa  dîmenên pîrozkirina cejna newroz ên bêhempa tê ser ekrana televîzyon û li ser van çalakîya bi rengîn ji alîye nav Kurd û Tirkan de şîrove tê çekirin.

Tewlibûyîn û coşa ku li qada newroz tê nîşandin,ev germî û zindîya vî hereketî li cîhên din,tewlibûyîna sîyaseta demokratîk,li deng dayîn yan jî li Hilbijartin,li çalakîyen sivîl ê bêîttihatî de bê teqet dimîne.

Li alîyekî nêz mîlyonek mirov li rojekî bi hejmarekî bilind berhev dibin,û va hejmarbilindîya qelebelix çima 365 roj li malê xwe dernakeve der ji bo mafê xwe ya demokratîk daxwaz nake?

 

 

Va karê pîrozbahî bêguman di bin însîyatîva BDP de te meşandin.DTP partîya sîyasî ê ku bi giranî bi renga Kurduyatî de polîtika dimeşîne,gava paş hilbijartina dawî de raste êrîşekî sîyasî hat,di naw de şaredar,rêveberên partîya xwe nêz 2400 kes hatin binçavkirin û di dûde hatin girtin.

Le mirov bixwaze, nexwaze ji xwe xwere dipirse gelo çima li pîrozbahîya Newroz ewqas gel te/tê anîn, di sale carekî ev kombûyîn te bi karanîn,ji bo parastina mafên xwe ên demokratîk,li dijî êrîş,dagirkirin,êrîşen sîyasî,li hember tunekirin,parastina rûmet,li hember girtîyen jin,zarok deng dernêxin,der nakevin qadên demokratîk,ewqas însan nên cem hev?

Ez dixwazim gotinekî akademîsyenek Kurd ku li nav axaftinekî xwe bi lêvkiribû bi ve re parve bikim.Li paşaxaftin/gotûbêja xwe de qala sedema têkçûyîna sîyaseta Kurdan kiribû dû de hinek dîtin anîbû ziman û har berdewam kiribûKurd çiqes derd,tofan,pirsgirêken xwe hebin jî gava def û daxil lêkeve ev her tiştî ji bîr dikin dikevin nav govend,xwe dihêjinin aqil mêjûyen van tewlihew,gêj dibin.Pîl û piştên xwe dilerizîn di bîra van de tiştek namîne dikevin nav pêşbazîye ka kîjan pê û baskên xwe baş diçerixîne,dengê bilûr û zurne van kerr dike.Bi vî şiklî ji doza xwe ji bi dûr dikevin Li mafgerînên xwe ji bîr dikin.“ Bi rastîj jî ev hewce ji alîye pedegogên bispor vare niqaşkirin û li ser vî helwest bi karekî zanistî vare sekinandin.

 

 

Ev tespîtkirinekî hêja û pîrozî ye!

Lê ez disa dixwazim ku li mêş  û çalakîyen li demên din berhevbûyîn, tewlibûyîn

 

Di nav pîvanen hiqûq de tekoşînek heye, lê ev têra vî nake! Hejmar pirr hindike.

Heke li dijî derbeya sîyasî li hember Partîya DTP va îradeya ku li Newroz hatîye pêşanîn batina nîşandan,hikumeta sîyasî ê nekaribû bi vî rêbaz û hovane êrîş bikirabû,bel ku jî evê nehatibûya girtin jî!

Bêguman ev bi hêz kirin tiştekî rêxistinîye.Kar ê rêxistinî kara partîya sîyasî ye.

Li vir kêmasîya BDP gelek mezine.Parlemanên ku hatine hilbijirîn,qada sîyasî zêde bi kar naynin.Hewce ev li meclîs têkevin nav çalakîyan.Nav ê vî çi dibe bila bibe rola xwe ya sîyasî bilêyzînin.Belê tewlibûyîna nav gel tiştekî erênîye lê gel ji xwe tiştên ku hewce li ser pîyanin.Cîhên van  şopandina dîplomasî,ketinên nav hewldanen demokratîk,her dem avakirina rojevekî bi giranî bersivdayîna pirsgirêka Kurd çi li Tirkîye çi ji li derwayî welat  domandina  sîyaseta bênavbere!

Ez bawerim,heke ewqas însan,gel,jin zarok,pîr,cîwan bi vî şiklî û hejmarî derkevin der ji bo ziman û azadîya xwe biqîrin,ev jî di çarçovaya qanûnî bî fermî mafên xwe daxwaz bikin tu hêzek nikare li hember va xastina însan derbikeve.

Bi zanîna min em li giravekî bê av, tî dimînin û bêzanistî dikevin bin mirina tîbûyîne!

Ew tê vî wateyî ku zanebûna yan jî netewzanebûyîn li cem Kurdan pirr kêm e.

Ew tê vî watê ku Genim ê ku di nav Kod de li benda Dan bûyîne ye hîn pirr av û Kotek dixwaze!!!

Ez disa Cejna Newroz li gelên Rojhilata Navîn Pîroz dikim.