Kurmes Dernegi Resmi Web Sitesi

Küne Reş

 

Festîvala kultur û hinerê ya Dêrsimê 3’yemin 7'e mehê şeşemîn a(hezîran) li bajarê Duisburg’e pêk de. Li nav Festîvala îsal disa weki Festîvala sala çuyi programaki pir zengin hêye.Em dixazin kû îsal li nav Festîvala bi nave Komele kurmeşi çadireki Şavaği bi navek dini Küne Reş vekin.Lı nave kona çadıre an jî Küne Reş emê, hunerên destkariyê, wxerun û xarın,cıl û berg, şirust û kultura kurmeşi pêşgeş bikın, bidne naskırın.Tışteki pîr rinde ku, her weki çalekên me dini disa mılletê me bi hezarên waren Festîvala 3’yemin Dêrsimê û lı wi deri serdaniye çadıra me bikın.

Em millete Dêrsimê dirêjiya dîrokê de gelek rastî derdeserî û bindestiyê hatine.Dêrsim bi pevajoye Diroke her dem jan bu û hati ser zimane me, xemgin bu û keti nav dıle me,agir û duman li ser çiyayên munzure caran kem nebu,cigera mılletê me tim time bi qul û birin bun. Dema hûn dîrokê û siyasetê de guhdariya êrîsên katliamê Dêrsimê dikin tim time qirin û qarin dibizin.Tevkujîya Dêrsimê jenosîd e, bi dehhezaran kurd hatin kuştin, bidehhezarên din ji Dêrsimê ji hatin bidûrxıstin, çune dervayi, nikarin bi zimanê bixunin.

Kurmeş li Dêrsimê gundeki biçuke. Li nav diroka kurmeşi ji gelek ferden wxe çune derwayi,hinek jı hember zulmu zordariye leşkere tırkan hınek ji jı bo karubar barkırın. Lê îro ez pir kêfxweş im kû em ji bo xelke wxe bi gelek mirovê Dêrsimê li Ewrûpa kar dikin u çaleken mezin jı bo mıllete Dêrsîme pek dinin..

Hınek jı me havînî terın îzinê û li gund li Dêrsimê cîyê rınd digerin, ava sar vedûxwen, peniri teze dûxwen. Xelkê Dêrsimê nawbera xwe de du zımane "Zazakî û Kirmancî" qezi dikın. Iktidare serveren tırkan dixazın Dêrsimê bi çekirna,zedekîrna barajen bigrin bın ave.Zıman u Kulturê Dêrsimê, şirusten me xırab bıkın u bıdne jebirkırın.Em dixazın ku li navbare xorten me Dêrsimê bidne naskırın û heskırın. Ji bo wan sedemen wa festivala bi rasti ji pir mühime.Waxtê kû em Küne Reş digrin ser zimane wxe çiyayen Dêrsimê , Ciyaye uluse,Gelibarawan,Mergeçeker,Arikol,Gazêhenefe,çiyaye orte,çiyayen Pilumüre,Erzingane ten birayame

Sixo(Serif Aslan) li kilama wxe qala küne reş dikir û digot:Küne reşi li ser taki/ wegirtine li ser çiyaki/kün jı küna Apê mine/ tu wi lı mın raziki……

disa dayika kurmeşi Edo li ser gunde wxe wiha digot:Kurmeş bişewite li ber gaze/ Xebera koti ji me çi dixwaze/ we ji kuve terim u narim/xebera koti peşyamın dibezi…

Min wa nivisa wxe bi zimane gundi wxe nivisand kû hemu wxendevanen e li gunde me jı we cara fam bikin.Ziman pir mühime gereki em her roj bi zimane wxe li navbere wxe û malparen xeber bidin û baş hinbiken. Ozan Cegerxun li ser zimanê di nav helbestek wxe da viha digot:

Vejêne zimanê xwe ey xwendevan,

nebûye milet hic kesek bê ziman

Zimane me xoş û xeroş û ciwan

Eğer baş bizani, tu naki ziyan

Tu kurmanciya xwe ji bîra neki

Eğer baş nizani,divê zêdekî…

Zend-avista (Cigerwin,diwana 5’a)

Silav û RezAli Haydar Gürbüz