BIJÎ KEVIR Û DAR ‚ BIMRE HESIN !!!-İsmet Banguş
Mina Nivîskarekî gotibû: „Sîleh îcat bû, Merwanî xera bû!“ Li vir xeterîya hesin derdikeve hole.Gava hesin ket nav jîyana ciwat, li hinek alîyen erênî, bi pirranî tiştên negatîv jî tewle jîyan kir.Varin em guh bidin ser Lûq, ka ev bi hezar salan tekilîyen çava bi mirov ve çêkirîye?
Hewkarîya dar bi hesin ve tunebûya, ev ên bi ser neketan.
Paşê Hosteyêk nêzika min bû.Bi çakûça xwe dîsa li qor,tilor,hustî,zik,dest,çav,û ji serê min heya pêtike min lêxist.Ez gindirgorî kirim.Dawîye de ez bûm Lûq.Di dûra Darlûqek vi ser min xistin.Di nav min û darlûq de dijminî çêkirin!
Gava Kurmeşî Darlûq dikişand ez di paş van de gindirgolî dibûm,hêşe min diçû ez gêj dibûm.Êvarekî di navber min û Darlûq de pêvçûnek derket.Me li hember hew glî û gazî ên hew kir.Paşe heş û aqil hat ser me,me guftigoh çekir.Têgihiştine me ev bû ku
Me heya niha bêwate bi hewre pêvçûne, jiber ku dujminê me yê hewparî Hesine!...
Di paşte Darlûqe axavitinek çêkir ku her çiqes, ev li nav daristane bi alîye bivir hatîye jêkirin û veqedandinbejî,disa hewalbendîye bivir darekî,rastgotin dûxa bivirkirîye ev jî ji dareye!
Ji vê roja şûn de ev gêştin ramanekî vîsa ku,heke hewkarîyen van bi dijmin re (hesin) çênebe,dijmin bi tenê ê nikaribe,bibe desthilatdar.“
Lûq berdewamkir û got: „ Bila va mînakjîyana min û Darlûq, ve bûyer ji ve re bibe ders di guhe xwe de bikin Garik.“
Em giştî şahîdên va bûyeranin.Le em mirov bê bîr,û tu caran ders ji tiştên li ser mirovatîye qewimîye dernêxin.
Bi rastî gava hesin ket nav jîyana me,me ekolojîya cîhanê xwe xera,jîyan kir zîndan.Balafirên hesin erd û azman bombebarankir.Li alîyekî me dikaribû Kimyayê ji bo berjewendîyen însan bi karbîne,Lê Şerxazan cûr be cûr madeyên kîmyevî afirandin û dijî mirovatîye bikaranîn!
Jiber vê min Lûq û Darlûq bi hewra qarîyan „Bijî Dar û Kevir, Bimre Hesin!“