Kurmes Dernegi Resmi Web Sitesi

Xeribî-İsmet Bankuş

Li zarokîya min,gava qala xeribîya dibû min ev peyv mîna welatekî dûr, cîhekî ku tu caran vegerî lê tine fêmdikir.

Her çûyînek bi rastî vegerîya xwe de li ser beden, rûh,fikirandin,mejîde guhartinekî bê rastî dihîne!

Eger mîrov bi kûrahî bifikire, çand,ziman û kevneşopî bi hezar salan xwe parastîye, xwe jîyandîye, ji ber ku tekîlî ya xwe bi çand a desthilatdarîye de zêde çenekirîye!

 

 

Gava xet ê telefon, û rê hatin avabûyîn, van çanda tunebûyîne gel ên bindest kirin bin qontrola xwe, hedî hêdî ziman û çand fetisandin, pişeftî-otosansûr kirin devrê.Dîsa kînge ku mirovek biçûya bajar yan jî metropola biyanî, li veger bi xwe re guhartinek jî dianî dewer ê xwe....Ev jî bi gotina "medenîbûn" bi nav dikirin!

 

 

 

 

 

 

 

 

Ji ber vî jî min Xeribî û Goçberî wek dûrketina zimana xwe,dûrketina ji çanda xwe ye jî bi nav kir.Lê ji dûrketina cîh ên xwe bel ku ji çend sedeman pêşî nêgirtin(Goçberbûyî-hatingoçberkirin) ema mirovên ku xwe bi çanda xwe de dixwazin girebidin ev neçarin hebûna xwe biparêzin,li nav malbata xwe li herî serî navên zarokan bi zimana xwe binavbikin.Ev mafekî ku li cîhane hatîye mohrkirin,mina mafekî mirovahî hatîye pejirandin.

Li alîye din ên xandin bi zimana xwe hînbibin,bi endama malbat re bi zimana xwe biaxive.Bi zimana xwe axaftin yan ji li her alîya jîyan bi kar anîn li gori akademîker-sosyologan li ser ruh a mirov tesîrekî erênî bi kar tîne!Mînak li ser mefte ê mîrîyan xismên vî ku çûye ser dilovanîye xwe bi zimana dayik dilorîne,şîn û êşa xwe bi zimana xwe tîneziman.

Mînak li gundê me Kurmeşan tu kesekî heta niha bi Tirkî nelorandîye,ez tu şahîd nebûbê.Merî dikare sedeme vî ya sosyolojîk bîne ziman ji ber ku gava ji dayikbûyîne jîyanbûna xwe li ser mejû,anatomî,rîtûala vî şiklek çêkirîye.Ev heta mirina xwe tu caran bi giranî bixwaze jî nikare bi dûrbikeve (Ji alîye ruh ve)Em çiqes li welata xwe dûr bin jî, hewce di alîye ruh de nêzika axa xwe bin.

 

 

 

 

Desthilatdar perçe dike jîyana me,di dest de şûr,

 

 

 

 

 


 


 

 

 Em xerîbin axme bûn li her alî him li jêr him li jûr......

 

Çiqes dûr ev qas hûr bî hûr, Kurmeş xuye dike ji dûr ve mîna gul a sûr,

 

 Mixabin di nav me de têgihiştinek vîsa xetar hebû/heye.Ev hîn jî berdevame.Her ku kesêk diçû bajêr û dihat li ser rih û beden a xwe kêmasîyek hîsdikir.Xwe di bin giranîya çanda biyanî de xelas netekir.Çima? ji berku netewzanistîya xwe kêm,bingehîna perwerdeya zimana xwe qedexe,zimana xwe mîna zimanekî kevn bê qedr û bê qîmet difikirî,lê bingêhîya vî jî hebû li ber ku tu derfetek vî nefşî tunebû ku kanê em kîne? Di nav ciwanan de ji bo zimana xwe şerm hebû yan jî kesatîyên xwe bi weşartî bi lêv dikirin.Li ser ruh û beden tirs,bêrûmetîyek ava bûbû!

 

Lê ev bi nezanebûn her carekî li ser nava "Medenîbûn" e dihat talankirin,asîmilekirin.Li ser xeta telefone peyv bi peyv,bi gotinan,hatin u çûyînan me ,ji reng a jîyana xwe her roj tiştek hundekir.Carek hevalek min a ku mîna min xwandekara Dibistana Navîn bû, le li gundê "şokrîg' dima vi min re got: Ismet gundê ve çiqes ji paşvemayîye looo! Lê min got: çima hevala Husen, xanîye me ji xanîye ve mezintir,gundîyen me xandî,ji alîye din jî ji alîye aborî de ji ve dewlemendtirin, çava tu me wek "Paşvemayî' bi nav dikî? Vê deme Husen: Hûn bi zimana Tirkî niaxivin ji ber vî gundê me "Pêşveçûyî" ye! (...)