Kurmes Dernegi Resmi Web Sitesi

RÛREŞİYA BÊENCAM-Ismet Bangus

Li Erdnigerîya Kurdan bi hezar salene ku, şerêkî dijwar û bê xêr didome.
Ji dema Osmanîyan heta damezirandina komara Tirkan, di navber Kurd û Tirkan de 29 caran gora Tirkan îsyan, li ser nîşandina dîroka kurdan mîna serhildan û raperîn bi nav kirine.Her serpîya rabûn bi qetlîam,xwîn rijandin,goçberkirin,û bi avayekî dermirovî hatîye vêsandin.
Piştî peyman a Lozane ax û Erdnigerîya Kurdan ji ber ku baş bikin bin qontrola xwe mîna kêr a tûj kirin Çar perçe....
Bi vî armanc ne tenê ev bi avayekî fizîkî ji hev cûda bûn, lê ji alîye hêsanî jî ji hev vebirîn û ketin bin bandora bişavtina çanda biyanî, pêkutîya çanda mîna Tirkî,Fersî û Erebî.
Pergala dagirker bilî êrîşen leşkerî, şer ê spî jî meşand.Van ji ber ku ziman û çanda kurdan têk biçe,vare ji bîr kirin, negihêşe nevşên pêşeroj,her cura amûr bi kar anîn.
Ji bo çandek hunde bibe her tiştek kurdan hat talankirin.
Dîrok,çand,stran,çînerok,govend,çanda xarine,kevneşopîye Kurdan li ser çanda xwe hat hesibandin,dizîn.Ew înkar û talankirin hîn ^ji berdewam e.
Li gor etüda sosyolojî tiştek eger hebûna vî bê îddakirin,bingêha vî jî vara
qebûlkirin.Hebûna mirov,malbat,kom,gel te vî wateyî ku kok û rûçike vî,reng,şikl,dîrok,jîyan a van jî hebe...
Eger gelê Kurd vare pejirandin(qebûlkirin) ew hewce rastîya Kurdî jî vare ber çavan.Gora felsefeya Tirkan ev dixwazin ku rovî bi zimana mijgur,ker mîna bizinan,hesp mîna guran biqaren,biaxivin!
Li erdnigarîya xezayî ev ne mimküne ku zimanek vare qedexekirin.
Li alîye din ku ev bi salan hate astengkirin ku gelek li ser zimana xwe hîn bibe,li ser zimana dayik perwerde bibe, iroj li dezgêhen Tirk mînak TRT ev bi fermî te bi karanîn.Li bernameyen xwe bi Kurdî diaxivin û tunehesibandina Kurdî dikin! Ev rûreşîye Ji AKPìyan Kurdî xeberdayîn serbest, ji Kurdan re qedexe! Ev her roj bi zimane me, me înkar,dujminîya Kurdan dikin.
Sîyasetvan ên Kurd,ên ku bi rîya demokrasî hatin hilbijartin, nêz 4 hezar BDP`y i kirine girtîgêhan.
Gor li agahîyen dawî li bajare şirnêx bilî bi rêz Hasîp Kaplan kes li der nehîştine.Kane pergala demokratîk?
Sîyasetvan ên Kurd ku dixwazin xwe li dagêh bi zimane xwe biparêzen ten astengkirin,dibêjin ku ev zimana li cem me ne dîyar,zimanekî biyanî ye!
Îro Kurd ên hilbijartin,hilbijêr,jin,zarok,kal û pîr li bin zordestîyandene.Çiya û deşt, daristan,ji alîye balafirên şer bi bombeyen kîmyewî te bombebarankirin.Ev çavsorîye!
Çapemanîya Tirk bi apolet ku ti tekilîye xwe bi rojnevanîye tine alîkarîye mîlîtarîzme dike.Ev qelemên xwe ên pîjik mîna şûr di çave mirovatîyede dikin.
Dîsa li nav hinek tv`de te ragihandin ku bawerivanan (dîndar) bi hêsanî nêzika kurdan nebûne!
Ev dixwazin disa Kurden dîndar bikişinen cem xwe.Bi giranî disa tarîkata fêto ketîye ser kar.
Ev jî xapandine....
Mifteya derîye ku aştîye vebike, di dest gel ê Tirk û Kurdan de ye.
Bijî aştî,bijî biratîya gelan