HATUN ASLAN HATUN ASLAN Köymüzün emektarı XANE ASLAN, 90 yıl sonra bize elveda dedi. Kendisine Devri Daim, Ailesine ve tüm Köylülerimize başsağlığı diliyoruz. Kurmeş Derneği...
DERNEK YK TOPLANTISI 2024 Kurmeş Derneği Yönetim Kurulu Toplantısı Yapıldı. 17.02.2024 tarihinde Almanya'nın Remschingen kentinde derneğimizin yönetim kurulu toplantısı gerçekleşmiştir....
Kurmeş Bülteni 2024 KURMEŞ BÜLTENİ 2024 Değerli Üyeler!Değerli Köylülerimiz!Kıymetli Dostlar! Yeni bir yıla giriyoruz. Herşeyden önce, yeni yılda, size, ailenize sağlık ve huzur, iş...
BİRLİK CEMİ BİRLİK CEMİ Ulm ve Heidenheim çevresindeki köylülerimiz, Günzburg Alevi Cemevi ile ortak düzenlediği BİRLİK CEMİMİNE bizleri davet ediyorlar. YER: Alevitische...
CHP Û BAYKAL-İsmet Banguş
Mîna te zanînPartîya Komara Gel CHP,xadan dîroka komara Tirkîyê ye.Ji destpê de heta sala dawîye pencemîn,yek partîya ku di jîyana sîyasî dejîyana xwe berdewam dikir.Di serî heya roja îroj ev ne mîna partîyekî ku berjevendîyen civak,gel,dipararast/diparazîne, vî her dem li cem statûkoye mayînde,bi yek reng,yekalî, ji ber ku demokrasî gêşbibe herdem li hember çalakîyen demokratîk derket bi xwe jî pirsgirêk kûr kir, bêçareserî hîşt.
CHP bi xwe xwu,mîna bingehîna komar,temînata parastina berjevendîye komar da xuyandin.
Partîya statûko-parast bi destpêka komara Tirkîye heya îroj,nêz 80 sal xwe li gora bûyerên ku li cîhane û li Rojhilata Navîn qevimîne neguharand.
Van hêzen xwe bi taybetî li beşa mîna Kemalîst û Elewîyan,dîsa gora dem li alîgirên çepparêzan digirt/digire.
Lê Partîya CHP,bi giştî ev hêzen ku bi salan bûbû cîhe rêygirtin,li paş dengdayîne mîna herdemî dihat jibîrkirin,di paş derîyen girtî de li dijî van polîtikayen bi qirêj de hevparî kir/dike.
Di dema îktidarîya CHP`de qetlîame li hember Kurdan Elewîyan ku hatine kirin pir watedar e.
Qetlîame mîna Dêrsim, Meraş, Sêvaz, Çorûm de ev disa xadan hukumet bûn.
CHP xwe mîna endamekî serleşkerî da nasîn,li hember hêzen demokratîk bêtehamûlîye xwe her dem nîşan da.
CHP îrojbûye cîhe paşverûtîye, partîyekî nijadperest.Ji ber vê yeke kesên ku keda xwe bi salan li vî partî hebûn li vir veqetîn.Disa CHP gora berî bîst salan di cîhekî nerênî paştamayîde ye.Ji ber ku di sala 1991`de vê deme van Rapora Kurd nivisîbûn,çareserîyek pêşkeş kiribûn.
Baykal, ê ku bi „hîzîp“ te bi nav kirin,di jîyana xwe ê nav CHP`de ji bo ku demokrasî,aştî,dawîbûna şer,çareserîyekî bi rûmet,di nav rêxistina partîde xaşbûyîn,rêveberîyekî vekirî qet tiştek çênekir.
Gava pirsgirêka Kurd qala polîtîkaya vekirin bûbi MHP`de ket pêşbazîyekî bêrûmet,her tim êrîş ji bo va vekirine kir.Me fam nekir ka kîjan Parîtiye nijadperestê Tirkîye ye.Di rêziknameye van de ti ferq tine her du partî yek al,yek netew,yek ziman diparêzen.
Mina te zanîn kesên nijadperest bi xwe ne eyde vî gel in.Hitler ku bi xwe ne Elman bû dawîya vî te zanîn.
Li cem me jî mînak pir in.Li Tirkîye kes û hêzen ku bi nav netewparastin derketine hole bi xwe ne Tirkin.Te gotin ku di nav damezirandina Ittîhat Terakî de jî yek ji van Kurd,yek,Ermen,ên din jî Rûm bûne.
Îdola nivisandina peyamên rêzimananijadperestîyê Tirkan bi xwe Kurd e. (Ziya Gökalp)
Denîz Baykal bi xwe jî ne Tirke.Ev bi xwe macîrê qafkasê ye.Bavê vî jî ku bi xwe sîyasêtmedarî dikir,loma paşnava xwe kirîye Baykal (Gola Baykal li qafqasye),nava lave xwe jî „Denîz“ lê naye.
Baykal bi xwe di dîroka sîyasetmedarîya xwe carek bûye vezîrê malîye.Wek dinî ti tiştekî bi oxir ne li nav partîye û nejî ji bo gela Tirkîye nekirîye.
Gava hilbijartina seroka bajar ê Îstenbole çêbûyîbû vî gotîye kû :“Bi xadê şukur ku seroka me ne Kurd e, ne jî Elewîye !!!) Vî di bin çerma berx de gurtîya xwe nîşan dayibû.
Em baver bikin ku çûyîna vî ê bi şoret bi xwe re tiştên bî xêr bîne.Ji ber vî kesî Kurdan ev partî li herêm kirin „Partîya tabele“.
Gava ku vî daxûyanî da çapemenî û di dûda îstîfa kir,helwesta hewalbendîye van ku nîşan didan,digîrîyan,ev dîmen ku hat dayîn ji bo sîyaset rewşekî xera bû.Miroven ku bi salan ked dayîne,disa bi salan ji vî omrên van bilind bûn mîna zaroken ku nan ji destan hatîye girtin digîrîyan.Tüüü ji vera.Hêfo ku bi salan hêzen ku ji bo pirsgirêken xwe bersivdayîn be, deng dane ve,piştgirtîya ve kirine.
Çûyîna vî bi xêr be, lê tirsa herî mezin,bêoxirîya vî di nav partîya van de hîn berdavame.Ez hêvîdarim,partîya CHP li ser nuva digêhişe rêvebirên kedkar,ev statukoya girtî ji bo rastîya gel ve bibe,ev dîroka partîye ku bi 80 salan di bin sîya leşkerî de mayîye,bibe partîyekî çepparêzen gelî Tirk.
Ev mimkûne ku Partîyekî bi rûyeki nu derbikeve bibe partîya rastîya gel,bi BDP ve bibin rêheval,pirsgirêka Kurd ku bi salane xwîn diherike aştîyekî mezin derêxin hole.