Kurmes Dernegi Resmi Web Sitesi

ÇIMA ÇÊ NE BE…..!

Berî çend roj min û  hewalekî, ev jî li derdora meye li ser jîyana gelê me ê li derwayî welat jîyan dibin qala jîyana aborî ya van  jî kir.

Ev bi xwe jî li nav sektora Döner dixebite, qala hejmara goşt ku ji bo Döner  rojane tê firotin kir û ev bala min kişand.

Gora tespîtkirina vî  ku tenê li Elmanya gundîye me rojîn nêz yek û nîv ton goşta Döner difiroşin ev bi giştî xadan dikan ên Döner in.

Her malbat yan jî xadandikan  hewcedarîya goşt li cûr be cûr li Goşt-prodûksîyon ên cûda peyda dikin.

Lê ew dikarin ji bo hewcedarîya xwe  kargêha ji ber ku goşta döner vara amadekirin ava bikin.

Gor hesibandine me ewê li vir qezancekî mezin ji destê xwe bixin,û di dûda va qezanca him ji bo aborîya Malbat him jî feydayekî mezin ji bo Gund ê derkeve hole.

 

Îroj heke mirov li derdora xwe binêre,li cîhane Holding,Kargehên mezin bi hew re dizevicin,Prodûksîyonên hevpar tînin cem hev,dibin hêzekî mezin.

 

Disa ez îdda dikim ku heke organîze kî bi vî rengi derkeve hole,li Elmanya kemtir keseki me e bêkar  nemîne,li Kargehê xwe bişixule!

Mirov dikare Prodûksîyon li navendekî mînak li Mannheim ku dûrîtîya vî deverî nêz Eyaleta jêr û jêrine çê bibe.

 

Kiloya goşt vî carî ji nîv û nîvî bikeve jêr,roje bi qesî penc ton goşt amade bibe ev têra Gundîyen me û dostên me dike!

Li alîye din berhem (Ürün) ên kevîye din ji bo vî sektor mînak ji xalîdange bigir heta desmala xetin,biharet,fêkî,tebax,kevçî, kêr,xetênalû,ji bo gastronomî ji pêdewî hebe bila bibe bi avayekî plansazî vare avakirin û vare firotin.

 

Di dûra mirov dikare disa amûr,dezgêh ji bo vî sektor ê gastronomî ava bike û her tişt ku hewc be li ser vî karî vare meşandin.

Jî bo dikanan hinek gundî dikarin Panoyên reklam ku li ser nave sazî vare daliqandin/nivîsandin peyda bibe, disa ji bo ajansa reklam Çapxane vare avakirin.

Van tişte ku min anî ziman tenê li ser sektora goşt e.Tenê li vî sektora nêz dozdeh sazîye kevîberhem heye!

Mirov dikare li ser gêşbûna jîyanaborîya Kurmeşan ku li Elmanya dijîn pirr tiştan jî binivise lê ji ber ku ev pêk be piştgirîya gundîyan girînge.

 

Hejmara malbat ên me ku li vir dijîn,û dikarin yan jî li ser pêşveçûyin li alîye aborî xadan derfetên mezinin.

Disa armanca min ne eve ku tenê ji alîyekî temaşe bikim û tenê li ser aborîya civat bifikirim.

Armanca min eve ku va Aborîsazîya yan jî vî dewlemendîya civata me bigerin ser xadan derketina kultur,ziman,kevneşopîya me,dîroka me.

Di dawî de feydeya avahîyekî vîsa ê bigêşe gund û derdora me .Him li derwayî welat him jî li welat emê bibin xadane derfetên hêja,bikaribin ji bo xwe tiştên mayînde,mînakdar çê bikin.

Pirr gotin,anîn ziman ne girînge.Gava ev têkeve pratîge,vê çaxe ev ê hêjayî be.

Mixabin em Kurmeşî perçe perçe axsateyên xwe bi ên din de dikin,keda me jî mîna dilopa ave dikeve delaven biyanî.Heke em bi hevra sazîyen Aborîye-hevpar ava bikin evê mîna dilopan dilop bike bibe delav û ê biherîke bibe Bendav,di dûra va ava Bendav ê axa me şil bike bike axa avîn.

Ev jî ne xemn e.Em dikarin bi hevra pirr tiştên mezin çê bikin.Em dikarin Pêşerojen xwe bi hevra bigaherînin.Hewce di nav me de xaşbîni, hêvî, bawerî hebe!

                                          *****

Ez dixwazim li ser Festîvala ku vê Hawîna pêşî li gund pêk vare  hinek ramanên xwe bînim ziman.

Gora xandin û bîstina min Rêveberîya vî Festîval hevalên me ku li Welat  peşengîya vî Bernameya çandî ê bikin.

Lê li ser amedekarîya vî çalakî em zêde  tişt nizanin.Kane kêmasî ji bo Bername,Ji alîya teknikî her tişt amadeye yan na! Tu agahîye me tinin.Ev hewce li ser rîya Malpêr vare ragihandin.Bernameya çalekî jî ne zelale.Li ser dîroka gund,çandîye me,tewlibûna gundîyên me û derdoran,heke di rîya fermîde vare amadekirin ev di kîjan astedaye?

Ji ber ku mêvan lê bi cîh bibin tu amedakarîyekî vîsa heye?

Gora min hewce berî destpêkirina festîval,paxişkirina nav gun jî girînge.Em dikarin her yêk tûrekî çop bigirin dest û ji taxa jor heta taxa jêrin paxişîya çopan çêbikin.Vek din kevneşopîye xwe ji bi nivşên nu de pêşkeş bikin.(Minak karên qatix,qayindine dew,bikaranîna Meşk,ji bo mînak Tewnekî biçûk,bikaranîna Destard,zîyaretkirina Aş,disa jîyana gundîyen me ên berî vare bi lêvkirin hwd…)

 

Bi silav û rêz.