Kurmes Dernegi Resmi Web Sitesi

ÎHSAN DOĞRAMACI

Berî çend salan ku ez hemû zarok bûm,li nûçe,xeber ê TRT dayîn de navê Îhsan D. gelek caran  tê de derbas dibû, ji ber ku ev paş derbê ya leşkerî de mîna seroke Sazîya Perwerdeya Bilind (YÖK) hatibû hilbijartin.

 

Vî berî çend rojan(25.02.2010) jîyana xwe hundekir,paş 95 salan gêşt dilovanîya xwe.Di dîroka Tirkîye de mirovekî bi navdar, şexsîyetêkî ku li cîhane navê xwe bi deng bû.Ev xadane pirrzimanî,ziman ê Elmanî, fransî, Inglizî,Erebî,Ibranî,Tirkî, û gora bîstinan ferî Kurdî jî bû.Gava navê vî dihat binavkirin „Doğramacı“ min ji xwe xwera digot ev kê kerîkerî dibire! Evê bi kîjan rêbaze ke perçe perçe bike.Loma wateya „Doğrama“ bi Kurdî tê Perçevan, tîkevan ê ku diqelişîne!... Yan ji kesên karên daristanî merengozin.

Ev di sala 4.Nîsan 1915 li bajara Hewlerê ji dayik bûye.Ji ber ku ev mînek Kurdek tê hesibandin.Kurapê vî li heremê Kurdistane xadan şîrketên Bazirganîyêne.Navê kure apê vî Azad Doğramacı, mîrovek  vî jî li kovara „Hîva“ mîna edîtor hîn jî xebat dike.

Van gotinan ên bi rêz Yaşar Kaya  ne.Yaşar Kaya  ku bi xwe sîyasetmedar ê Kurd bi navdar, jîyana xwe li Hewlêr-Ewropa didomîne,xadanzane ê dîroka sîyaset e ku pênce salîye dawîye li Tirkîye ye.

Armanca min  ne bîyografîye Doğramacı anin zimane, ez dixwazim ku realîteye kî dîrokî, kane çava bi rîya ol û fêr/zanayî, gel û zimana van bi neferê kî eyîde van hatîye pûçkirin,hatîye bişeftandin.

 

Bi navê ol û zanistîye  netew û çandên van rast gotin „ên din“ hatine tunekirin,xizankirin û ev dewlemendîye bêhempa mîna çanda dîroka xwe anîne hesibandin.

Gora dîtina min îroj bi navê ol û Islamîyetê cemaata Fêto,bi nava ilmî û zanistîye jî şexsa             Î.Doğramacı bi giranî hatîye bi kar anîn.

 

Însan yan jî mirov nikare di destpêk de sedem ê bişaftin(Asîmîle) û  xwebişaftin(otoasîmîle) dernêxe hole.Ev gelêk merc û sedemên van hene, ev hîn jî derneketîye der,li ser bi rêbazekî realîte nehatîye rawestin.

 

Yek ji van sedeman Bawerî ye.Bi dîtina min piranîye hemwelatên Kurd li ser bawerîya tunebûna xwe û zimane xwe ne.Pêwîste ev bawerîya bêxêr biguhere gel him bixwe xwe,him jî bi zimanê xwe bawer bike.Ev psîkolojîya ku xwe bi xwe biçûk dîtin ji ber ku ziman bi rîyekî fermî ne qebûlkirin, li ser xwe biavêjin,li xwe şerm nekin.

Hin îroj jî hejmara van ne kême.Va trajedîyekî mezine.

 

Di nav naskar û gundîye me de kesên bi vî rengî pirr mezinin.Car caran ez raste neheqîyan dibim ku, çima ez debaşkarî (Bölücülük) dikim ji ber ku ez li Malpêr a me bi zimana dê û bav ên me,yanî bi Kurdî dinivîsinim.Dibên beri ji darê xwe kelem Mêşe ketîye û gotîye va dar çima qert û qebe ye ! Ev tê vî watê ku ev zimanê ku ji destpêka bi hezar salan hatîye bi kar anîn,hîn jî tê anîn mîna xwevn,zimanekî biyani dihesibînin.Ev jî bi fêr û zanabûna mirov de girêdayî ye.Mixabin car caran ez difikirim,hewc ê tekoşîn bi ên çanddagirkeranda nemaye,ên navberên me têra me dike! Loma min got di serîda bawerî şerte.

 

 

 

Ên din di du hew de Perwerdehî, Aborî/bazirganî, Dîplomasî ye.

 

Lê mirov dikare bêje,pergal yan jî sîstem  van bi kar bîne,ji ber ku hemû îmkan û derfet  bi dest xistîye.Îroj bi salane li heremen Kurdan ev polîtîkaya zirav şera spî hatîye şopandin hîn  jî berdewame.

Dewlet bi nava Islamîyet li dewerên ku Kurd lê dijîn dibistanên şevinî (Yatili okul) berî çel salî ava kirin.Di van sazîyan de bişaftin hatin meşandin.Paşe Zaningehên Taybet hatin vekirin.Dewlet piştîya van kir.

Yek ji van sazîyan jî Zaningeha Hewler ku ji alîye Doğramaci ve hat avakirin.Lê sîstem gora pratîga xwe tiştên rast dike.Berî mirov bikane tiştekî ji hole rabike,vî xeza,wêje,reng,çand,kevneşop,dîrok,gel li ser xwe bihesibîne,hewce mêjû ye van bi propoganda,bi dîrokekî şaştî tijî bike.Di dûra bike bin qontrola xwe.

Tirkîye bi vî şiklî serkevtinekî mezin bi dest xwe xist.

 

Di beşa otoasîmilasyone de li rojhilata navîn de  tu welatekî evqas bi pêşketin bi dest ne xist.Nêz 20 mîlyon Kurd ji sedî 90 ji zimana xwe,ji axa xwe,ji kesatîya xwe bi dûr ket.

 

Ev li her perçe ket bin bandora çanda ku lê dijîn.Lê sedemen van bûyeran disa em bixwe xwe ne.

 

Li cîhane mînakên vîsa zêde ne ku, bûne dijmina çand û zimana xwe ev binax kirine di dûra ketine bin xebata bi pêşxistina zimana desthilatdar.

 

Yaşar Kemal nivîskarekî Tirk ku bi xwe Kurde,romane vî navnetewî qala çanda Tirk dike û dinasîne.

 

Zîya Gökalp ku bi xwe Kurd, bûye nijadperesta Tirk.

 

Ev sitranbêj ên bideng û nav li Tirkîye ku Kurdin di bin navê mûzîga gelerî de  mûzîga Kurdan di dizînin dikin sitranên Tirkî.

 

M.akîf Ersoy Ji hûn dizanin sirûda Tirk nivisîye.

 

Eger Kurdekî Hewlêrî bûye pêşenge perwerde yê  endame zimanpêşeng,û Zaningehek li axa dayikbûyîne vebike,û li vî Zaningehê bi zimanekî ne dîyarî v“ı dewerê ye, hewce mirov li ser  pirr bifikire.