CEJN U NIJADPERESTÎ
Wateya cejne eve ku,taybetî di nav misilmananda yên xezdan,sûketî dive li hev bên,pêwîste herkes alîkarîya hev bike,û tu caran kesek neheqîyeke li hember mirovan çê nebe. Ji Cejna qurbane 2007án heta Cejna2008 i tiştên li Tirkîye, bi giştî temame cîhane ku qewimîye ne mirovatî ne jî misilmanekîtirse xade di dilda heyî qebul dike!!! Li paş pîrozbûyîna cejna borî heta cajna îsal kanê çi çêbûn :
Operasyonen leşkerîya Tirk her roj berdevam kir. Davîya van operasyonanda bi sedan jîyan hundayî çebûn. Li ser kurdêngoçber li bajarokên Tirkan zordarî hat kirin.Li ser partîya Ciwata Demokratîk û endamên vî êrîş, girtin, binçavkirin,li Girtîgêhan li serGirtîyên sîyasî zext hate kirin, mafên xezayî li dest hate girtin,malbatên ên van ku dixwaztin hevdîtin bikarbînin ji ber ku bi zimanê xwe dipeyîvinmafe hevdîtine ji dest hate girtin, hatin tacizkirin. Li alîye din, gelê kurd ên ketin nav çalakîyên demokratîk ji ber xastinek zimanek azad rasta êrişen bêhempa hatin.
Li newroz a borîpolêsan dîsa êrîş birin ser kurdên çalakvan,ser,pê,û baskên cîwan-zarokan bi hovayi şikandin.Li her alîye jîyanda xastin astengîyên mezinbiqewimîn.Çapemenîya Kurd raste astengiyen mezin hat.Rojname kurdan nekarin hejmare xwe zêde derbixînin.Bi dehan rojname haten girtin,rêveberîyan van hatin cezakirin. Gorî rapora Komala Mafên Mîrovan (IHD) ê Istenbole li Tirîye işkencekirin, di bin çavdakuştin,Mirinên neyîdar yan ji meçhûl zêdebûyîn,karne Tirkîye li hember mafên mirovatîye pir zêde qilêr bûye. Tirkîye di nav xwe da jî sala davîda (di navber her du cejnanda) him ji aliyê aborî him jî sîyasî- ehleqîda bi ser xwe dihêle diçe.
Erka Siyasî ûleşker politikayek ji bo gelen Tirkîye nameşînin.Hevsare qedera gel dayîne deste hêzen bê bext,ên ku nêze sed salîye di nav gelên tirk û kurdan da çanda dujminatîye lêreşandin bikardinin.Îroj jî li meclîsa Tirk disa dixwazin destûrnameye ji bo êrîşkirina başur derbêxin.Ên bi nava islamîyete dimeşên di nava rojîya Remezane da qala êrişbûyîne,piştgirtina şer kirin.Meclîsa Tirk bilî DTP yan dixwazin disa mirin çebibin,xûn birêje dayîk hêsiran xarê bikin.
Medyayê Tirk ê bi giranî girêdayi rast gotin „Berdevke Militarîzmê“ ji temaşevanen xwuda bi rojan dîmen weşandin kanê kîjan politvan yanji sîyasetmedar çûye kijan mizgefte ji bo nimêkirin. Partîya AKP hesabe Hilbijartine heremîya pêşin dike.Bi vekiri dibêje eze irade van bi peran bikirim.
Li virpir polîtîkayek qirej dimeşe.Rastîyeke mezin heye ku, iroj şerek çekdarî dimeşe,li her du alîyan cîwan jîyana xwe hunda dikin.Devleta kûr dixwaze di nav gelanda alozi derkeve.Nîjadperesten Tirk Kurdên li bajaren tirkan kirine hedefên êrîşan.Lê rewş berve xera diçe.Gerek rewşenbir,aştixwaz,nivîskarên bi nav, sendîka,gelên bi rûmet, di nav hevda tevgerek dijî şer çêbikin.
Mirov gelek dil dike van roj û cejnên wîsa,li gorî wetaya xwe ya rast pîroz bike û li ser erde xwe di nav cîran –Cîhaneda aştî û biratîye him ji bo xwe him jî bo gelen din daxwaz bike.Pivane mirovatîye jî waye.
Îsmet bangûs 03.10.2008