Kurmes Dernegi Resmi Web Sitesi

Kar û xebatê Gele Kurmeşan-A.Haydar Gürbüz

 

 

Berî peşin ez dixazim li ser gundi Kurmeşî çend peyven binivisim. Kurmeş gundeki biçuke, di nav Kurdistanê li bajarê Dersim’e giredaniyê qezayê Pertagê ye. Li ser dirokê Kurmeş tişt zede  tune. Bi lekoline û bingehen me em li ser diroka Kurmeşi zede tişt nabinin. Sesed sal peşve hinek li gund derketine çune bajarê Sevasê û dere dini. Iro li gunde Kurmeşî zêde kar lê nabe. Piranîya xelkê Kurmeşi li gund jiyana xwe bî rencberiye, şıvaniyê,çandın û  kirin û firüten derbasî dikir. Meriv havinî li Zozanên bilind û hünik zivistanê ji li gund dixebitin. Li van salên dawiyê ew jiyan ji li zozanên û li gund zehmet buyi bu. Berê fabriqe û Dibistan tune bû,li salan 1960 dan dibistanê tirki hatin damezrandin û meriv bi tirki hin bun,kurdi hedi hedi je bir kirin.

 

 

Min got piranîya xelke Kurmeş û ye derdore Kurmeş ji bekâr en. Bi taybeti li bajarê Dersimê ê bekâr ji %80 ye. Xelk di nav xizanîyeda wextê xwe li qehwexaneyen derbas dike. Dewletên dagirkar bi qestî li Kurdistanê ji berî da heta nî iro ciyên kar û xebatên venakîn, ew ji politike kî bi taybetê kû Kurd terka welatê xwe bikin û herin dere dini, welaten dini. Paş damezrandina  Komerê, Tirk ew siyasête xwe  bi salen li Kurdistanê dimeşine.

Malbeta Kurmeş di dema berê da pir qelebelix bûn. Her malekî da hema hema nezikê 10-20 meriv hebun. Hemu vihevra jiyanê xwe dijiyan. Pir,qal,ap,bav,dayik,pirik, zarok kuli li nav hevdu bûn, di nav xaniyekî da dijiyan. Bı roj, ye kû zeviyê xwe hebun diçin zevi, ye kû xedanê pez bun diçin gome ber pez dixebitin. Rêveberi di destên mêran da bu. Li nav male beguman bi Kurdi dipeyivin. Bi roja iro ji ê pirkî bi zimanê Tirkî dipeyivin. Ji ber kû zimane kurdi qedexe bu. Havinî hinek li zozane hinek  li gund hinek ji diçin dere dûr kar dikin. Zivistanê gund pir qelebelix te bu. Evar li malen meriv kom dibun, çirokvanên çirok, stranbejan ji stran digotên, ye gundi vihevra bi kef xweşi dijiyan. Di salên 1970 an da te birya mın radiyoyê Erîvan hebûn wan bi can û dil diçû ew radyo guhdari dikirin. Gava ku seat dibû 6 ê êvarê herkes li ber radyo rudınişt  û dengê Eyşe Şan, Meyremxan , Kawis Axa û  dengbejen dini  guhdari dikirin.

Dema kû li gund davet hebu, evari hemu yê gundi bî kêfekî dilxes dicun mala kû le davet tebu, heta niveşevi dileyizin,hemu vihevra radibun govendê û bi qerecor,delilo,nure,nare û listiken dini. Govend, li nav çanda me pir vatedare,wexte kû em radibun govende  ahenga kî pir bas derdikevi meydane, meriv dı govende de gelek serket ne, ê pirki me dixast kû govende bi klarnetê anji bi zirne lexe. Bi tembur govend le nedixistin. Tembur li gund denge klam û beyitan bû, yek jî wexte kû cem hati giredayin sêyde mê tembur ledixistîn. Ev dema gund,  jiyanê gund kû te bire min bi rasti jî di nav tunebiyê û feqiriye disa ji pir bi kef  bû.merivê gund tim time alikari tedan hev, hers û dijminati di nav hundire kesi tune bu.

 

Sala 1985 û heta 1990 ji bo gund disa wexte goç bû. Ji ber zulm î zordariyê bandorê tirk, ji ber bekari,siyaset û feqiri gelek meriv li gund derketin û bi malbeta xwe berve welaten dûr cun, hinek li nav me hatin welaten ewropa,hinek ji cun metropolen Tirk. Ye kû hatin Ewropa li nav van yek jî ez û malbeta mine. Sala 1990 em hatin Elemanya û heta iro ji em li bajarê Stuttgart ê dijin. Dema kû em hatin Elemanya  ez 26 sal bum, heta ez vira û eve hatim çum sal zu debas bun nehaji ez difkirim wxe ew dema xortani şunda xwe daniye extiyarî, qal bum, por weşiye, ye kû hene ji, sipi bunê,simbel weki beri nine, em bi insaneti veki normal extiyar nebun,derdê welat û xeribiyê em zu qal kirin.

 

Ê berdewam bikê..

 Ali Haydar Gürbüz