Kurmes Dernegi Resmi Web Sitesi

XIZIR------Hakan ADAY

Xizir kî ye: Xizir mileket e. Mirin ji wî re tune. Dibên, Xizir û hespê wî ava zemzemê vexwariye. Nemir e.
Xizir mileketê erd û ezmane. Mileketê kelek û gemiyan û mileketê derbendanan e.
Xizir hazir û nazir e. Kesên dilpak û kesên ku dikevin tengasiyê bangê Xizir dikin. Ew digêşe havara wan.
... Xizir hezret e. Ew ewliyayê ewliyane. Mûrşîd, Pîr û Rayber e.
Kesên baverîn her tim bangê Xizir dikin. Pîr û rayber dibên ku ‘lazim e ku meriv royê sê-çar caran bagnê Xizir bike.’
Meha sibatê meha Xizir e. Însanên Elewî meha Xizir pir hez dikin. Sê ro rojî digirin. Rojiyê Xizir wekê rojiyê Sünniyan nîne. Rojî nivî şevê da despê dike. Dema kû seat dev dûdiyan (12) radibire, kesên ku roiyê digirin qet tiştekê navêjin devê xwe.
Rojîya Xizir sê ro ye. Sêşem a yekemin e, çarşem a duyemîn e, pêncşem jî a sêyemin e. Gava ku ro diçe ava, rojiyê vedikin. Keç û xortên nezewcî (bêkar), ro yê pencşemê avê venaxin ku xewnên xwe de destgirtiyê xwe bibinîn. Ew şêva bêav de kî ku di xewna xwe li malekî an jî destê yekî de avê veduxwe vi/vê re dizewice û yan jî dibe zava û bukê wê malê.
Loma xort û keç di vê roja pencşemê de pir kêfxwaş dibin û dikevin meraqê (qisawat) vê şevê. Divên ecep kê/kî vê şevê de bikeve xewna me û avê bi de me.
Roja înî ji pir giran e. Xanimên malê êvarê pêncşemê terin ziyaretê. Çira xwe vêdixin û niyaz belav dikin. Li ser ewliyên xwe û li ser miriyên xwe lava (due) dikin.
Di vê ro yê de jin niyaz (kilor, parxaç, nanê runê, helew) çêdikin, kom dibin û terin ziyeretê. Li ziyeretê buxçikên xwe vedikin. Hinekî datînin ser kevir û kûçanê ziyeretê. Ji ber kû ev heqê teyr û tûrane. Êdin jî li nav cînaran belav dikin.
Di dema ziyeretê de zav- zêç û jin tên ber hev, zaru terin destê mezinan, mezin ji terin rûyê zarokan. Jin niyazan didin zarokan. Dikevin rê tên gûndên xwe. Eger di rê de rastê kutiyan hatin, niyazan didin wan jî. Ji berk u ew jî can û dostê meriyan e. Xwerina şîv jî Qawuta Xizir çêdikin. Parxaç dikin nav sêlê û davejin kozê. Bi vê parxaçê jî zirefet çêdikin.

Ya Xizir
Wayirê çerx û perwazan Şah Huseynî Kerbela
Xizir alêselam serê gemî û derbendan
Di wexta teng de ji me re xadaniye bike
Xwadanê herd û sultanên cilm û cîhanê
Qeze û beçaxê der û dorê û talivê me hubleke
Me ji rêya rastiyê û reya Elîbeytê neke
Xwediyê xudyanê keremê sehidê suhedan
Hespê bozê gerden qir
Me destê şimil la terbiye nekî
Me di defterê Şah Huseynî Kerbela re marum neke
Risqê me û heval hogir ji navê xwe de bidî
Destê kesi negrî û ji cema heqê nevê der
Yarebî rama te pire, tû ji me re starî
Firsendê me de dijminê me
Ya xizir
Hatim ba te û ketime destê rama te recayê te dikim
Ji comerdiyê rama xwe gûnekerî mede kesî. Yarebî
Niyaza kû min da deftera Şah Huseynî Kerbela binivîse
Ya xizir

……………………………………………………………………
……………
……………………………………………………………………
…………..

Ez dixwazim ji xwendevanên me ra qala keremetêkî Xizir bikim;
Ro yekî Xizir çûye malekê feqîr. Di vê malêda sê birayên sewî hebûne. Cînaran ew xwedî dikirin. Xizir xwa kirîye dilqê feqîr çûye ji wan ra gotiye, ‘‘Hun çi dixwazin çi naxwazin.’’
Birayê mezin gotiye, ‘‘Ez dixwazim pir devlemend bim.’’
Biraye ortê gotiye, ‘‘Ez bax û baxçan, xaniyan dixwazim.’’
Birayê qiçik jî gotiye, ‘‘Ez jinika şîr helal dixwazim.’’ Xizir, ‘‘Temam’’ dibê û dikeve rê tere.
Pez, zêr, zevî û çi kû xwast da ye birayê mezin. Dibe dewlemend. Bax û baxça, xanî jî dide birayê ortê. Piştre jî keçikêk şîr helal da ye birayê qiçik.
Pir tere, hindik tere xêlek ro tere, ew bira tên bîra Xizir. Dibê ‘‘Min vana re dewletiyê kir, ka hele herim ez di bîra wan da heme an na.’’
Xizir xwa dike şiklê feqîr û tere cem birayê mezin. Pez, zevî her tiştkî wî heye. Rûdine li ber deriyê birayê mezin. Birayê mezin qaytike ku li ber deriyê wî kalêkek rûniştiye. Dibê ‘‘Feqiro tû çi dixwazî?’’ Dibê ‘‘kul û reşan dane ber canê min. Hekîm dibên here mîyekî qer şerjêke xwîna vî jî canê xwa de ke ku tû xwaş bibî. Tu dikarî miyê kî qer ji min ra şerjê bikî, va kul û reşan bifiltim?’’ Birayê mezin dibê ‘‘Toooy. Yekî bidim te, yeki bidim vî, yekî bidim nizam kî, minra çi dimîne!’’ Xizir dibê ‘‘Temam, tû dîsa bibî wekî berê.’’
Tere cem birayê ortê. Mêze dike nav baxçê de ser kursî rûniştiye ling avêtiye ser hev. Dibê ‘‘Feqîr va çi hale, kul û reş pi tevane, tû çi dixwazi?’’ Xizir dibê ‘‘Darkî sora rind bibirin, purtka vi sipîkin û têkin avê bikelînin ku bi canê xwa re kim, canê min xwaş bibe.’’Birayê orte dibê ‘‘Tooov. Ez darkê tera bibirim, darkê vî ra bibirim. Çi min ra diminî!’’ Xizir dibê ‘‘Temam, tu jî biminî mîna berê.’’
Herdu bira jî dîsan dimînin wekî berê, dibin feqîr.
Vê carê jî tere cem birayê qiçik. Dîsa xwe dike dilkê kul û reşan. Tere devê rê de rûdine. Difkire ku gavan dewarê xwa top kir û jur de hat. Dibê ‘‘Feqîr tu çima li vir rûniştî?’’ Xizir dibê ‘‘Ez terim gûndê we, lê teqata min nema, nikarim herim.’’ Gavan dibê ‘‘feqîr tu ware pişta min.’’ Xizir dibê ‘‘ Tu dewarê xwa çi ton topkî û kûra min piştkî!’’ Gavan dibê ‘‘Feqîro tu ware pişta min, em derkevin ser rê, nika jinika min me dibîne û tê alîkariya me.’’
Jina wî mêze dike, dinêre kû meriyêk li piştê merê wî ye. Dibê ‘‘Mêrik ev kiye?’’ Dibê ‘‘Feqîrê wxadê ye, min jî dawet kir.’’ Jinik dibê ‘‘Werîn ser çavê min. Ez dawer dikim hefşê û têm. Tu feqîr bibe malê.’’ Birayê qiçik feqîr tîne malê û jê ra doşeg datîne erdê, balifê jî dike paş piştê. Jinik tê, jê ra zirfetek çêdike.
Dergûşêkê wane jî heye sê mêhî. Zirefetên xwa dixwin, tên ber sêlê rudinin. Hew re qeziyan dikin. Birayê qiçik dibê ‘‘Feqîr tiştkî ji te bipirsim?’’Xizir dibê ‘‘Çiye?’’ Dibê ‘‘Feqir va derdê te çiye, tu qet neçûyî hekîman?’’ Dibê ‘‘Ez çum hekîman. Geriyam negeryam, min derman nedî. Ji min re gotin ku derguşkî virni şerjêke û xwîna wî xwara ke, kul û reşan te xaş dibî. Ez kalim, dergûşê virnî li kû bibinim! Kê dergûşa xwe ji ber min şerjê dike!’’
Birayê qıçık û jina wî hewre qise dikin û dibêjin ‘‘Lawikê me yê virnî heye. Hasilê me tijîne em gêncin, dîsan zarûye me dibe. Em wî feqîrî xelaskin. Em dikarin dergûş a xwa şerjêkin. Xwîna derguş canê feqir re kin, bila feqîr xaş be!’’
Dibên ‘’Feqîr lawikêk me heye, emê şerjê bikin, xuna vî te ra bikin tu xaş bibî.’’ Dibê ‘‘Temam.’’ Tînin lawkê xwa şerjê dikin xûna vî canê wî ra dikin. Feqîr rind dibe. Feqîr dibê ‘‘Hûn wî zaruyê disa têkin dergûşê, serê wî bidin ber hev herin rakevin.’’ Serî û vî cendekê didin ber hev. Vana terin dikevin cilê xwa. Şev pir tere hindik tere, jinik dibê ‘‘Mêrik vaye dengê lawê me tê.’’ Mêrik dibê ‘’Lê lê qîzê qîzê me dergûşa xwa şerjê kir, xûna vi me feqîr ra kir.’’ Jinik dibê ‘‘Hele guh bide ser va dengê dergûşê. Ra dibin terin ku, têooow. Dergûş wekî bêsiyê de ye. xûdan ser ketiye, digirî.
Feqîr destê xwa li kûda lexistiye ew dera bican bûye, kûda lexistiye ev derê ra bereket hatiye, zirefet nav sêlêda zêdebûye. Jin û mêr difkirin kû feqîr tune, derketiye çû ye.
Jin dibê ‘’Dema ku ew Xizirê kal bû hat mala me, malame şên kir. Ez qûrbana Xizirê kal bim.
dersim gazetesinin şubat sayısında yayınlanmıstir