Kurmes Dernegi Resmi Web Sitesi

Hinek berpirsên Kurdistanê guhê xwe nadin rêbazên nêçîrvaniyê

ÇOMAN, 5/1 2011 — Berpirsê Parastina Jîngehê yê qezaya Çomanê diyar ko hinek berpisên sinorê Balekayetîyê rêzê li wan û yasayên parastina jingehê nagrin û li gor dilê xwe ajal û teyrikên kovî dikujin.

Berpirsê baskê hêza şeşê yê Parastina Jîngeha Çomanê, Kakemîn ji Rûdawê re got:

— Nêçîra ajalên kûvî ji aliyê hevwelatiyan ve bi nisbet salên derbasbûyî gelekî kêm bûye, lê hinek berpirsên navçeyê bêyî ko guhdariya şîretên hêzên parastina jîngehê bikin, li ber çavê me nêçîra ajalên kûvî dikin.

Di dema nêçîrê de hêzên parastina jîngehê gelek caran rûbirûyê berpirsên sinorê Balekayetîyê bûne û xwestine ko wan bigirin. Lê belê ew berpirs gefan li nobedarên jîngehê dixwin. Kakemîn got:

— Me yên jorî xwe ji nêçîrkirina berpirsan agehdar kirine, lê ew diyarde ji kokê nehatiye rakirin.

Kakemîn wiha dirêjî bi axaftina xwe da:

— Sala derbasbûyî di nav sinorê Balekayetîyê de 11 kes li ser nêçîrkirinê hatin girtin. Du nêçîrvan jî bi 300 hezar dînar hatine ceza kirin û piştre soz ji wan hat wergirtin ko careke din vî karî dûbare nekin. Berevajiya wê dê wan bişînin dadgehê û bi 5 milyon dînar bên ceza kirin. Di dema nêçîrkirinê de çend kelûpelên nêçîrvanan jî hatine girtin. Ji wan jî 10 çifte û 2 jeneratorên elektrîkê hatine desteser kirin.

Cavkani: Nefel.com