Kurmes Dernegi Resmi Web Sitesi

Elewîtî û şibîniya wê ya êzîdîtiyê

Elewîtî her çiqas wekî baweriyeke otantîk derê pêşberê me jî, bi hin awayan, bi hin rîtuel û esasên xwe dişibe êzîdîtiyê û zerdeştiyê. Gelo elewîtiya kurdan û olên kurdan ên wekî êzîdîtî û zerdeştî çiqas dişibin hev, wekhevî û cudahiyên wan, elewî kî ne...

Elewîtî çi ye çi nîn e. Ev mijarr gelek berfireh e. Me dil heye bi vê nivîsê zêdetir behsa elewiyên kurd, elewiyên bi kurdî diaxifin, bikin. Qasî pênûsa me geriya bi qasî zana bûna xwe û bi qasî lêkolîna xwe ez ê ji we re ji hevdu veçirînim.
Li gorî îktidarê û li gorî destavêtina îktidarê, elewîtî çawa hatiye guhertin? Ev guhertin çawa hatiye guherîn an pişaftina olan qala pişaftina gelan bikin.

Pîşaftin di vê sed salê de, li ser ziman û li ser çandê tê meşandin. Em dizanin ku gelê kurd di nav pîşaftinek pir dijwar de ye û bi vê dijwariye re şer dike. Di nava demê de ev pîşaftin hêdî hêdî ket nav ola elewîtiyê gihîşt armanca xwe.
Elewî jî heta ji destê wan dihat ola xwe baweriya xwe diparast, hema ji destê wan jî pir tişt nedihat. Şûr di destê zalima de bû û ev pişaftin û şûrê ser serê elewiya û olên kurda yên dinê bi hezar sala berdewam kir. Di bin zilma şûr û bin zilma bêwijdanan de ev rewş berdewam kir. Kîjan ol hat, olên kevn ên berê ji holê rakirin û ji bo ji holê rakin serî li her tişt tê bêrûmet xistin. Bi vê pişaftinê jî gelek ol ji holê rabûn li gorî ol zaneyan dibêjin nêzî pênc hezar ol ji Rojhilata Navîn hebûn û hatibû bi xwe tenê nehatiye afirandin bi xwe jî jiyanin û pê bawer kirinin ji wan pênc hezar olan kurda jî para xwe girtiye.

Olên kurdan ; êzîdîtî, zerdûştî, elewitî

Bi rastî olên ku kurd ew hebandine ne tenê ev in û ji bilî van olan jî olên kurdan pê baweriya xwe anîne hene. Hema cudatiya wan olan ji yên din cudatiya wan jî ew in ku felsefa wan olan û zimanê wan bi kurdî ye.

Êzîdîtî: Pirtûka ku nîzam û întîzama vê olê di nav xwe de dihewîne pirtûka pîroz Mishefa Reş e, ew bi kurdî hatiye nivîsandin û rengê wan ê pîroz li ba kurdan jî rengê ala kurdan e. Li gel Mishefa Reş kîrabûl Cilwe jî rist û esasa êzîdîtiyê rawe dike. Kitabûl Cilwe jî bi kurdî hatiye nivîsandin.

Zerdûştî: Pirtûka wan a pîroz Zend Avesta ye ku ji alî Zerdest ve hatiye nivîsandin. Gelek zimanzan û dîroknasên pisporên ziman û olên Rojhelat dibêjin ku Zend Avesta bingeha zimanê kurdî ye û nêzî 300 peyvê tê de bi piranî bi zaravayê dimilî ye. Ji bilî vê yekê divê em têkiliya kurdan ya bi agir re jî ji bîr nekin.

Elewîtî: Ne pir zelal e lê bela ne pir zelal bûna wê bû mijara lêkolînê. Hin zanyar vê baweriyê bi zerdûşî ve hin bi êzîdîtiyyê ve hin jî bi Hz. Elî ve girê didin. Lê yê esasî ew e ku baweriya elewîtiyê di nava xwe de xwedî otantîzmek e.
Min li ser elewîtiyê lêkolîn kir. Beriya ku ez li ser elewîtiyê lêkolînê bikim pêwîst bû ku min li ser êzîdîtiyê û zerdûştiyê jî lêkolîn bikira. Ji bo vê rêbazê min jî ewil li ser êzîdîtiyê paşê jî li ser Zerdûştiyê lêkolîn kir. Gava ku mirov êzîdîtiyê û zerdûştiyê baş dizane, bi ne hewce ye mirov li ser elewîtiyê zêde lêkolînekê bike. Bi rastî jî baweriya elewiya mîna neynikê xuya dike.

Heyv û pitik

Dema xwedê pitikekî bide êzîdiya êzîdî çil rojê dernaxin derve dibêjin ew ê bi hêyvê bikeve. Ev bawerî hem ji aliyê elewiya hem jî ji aliyê êzîdiya tê pêjirandin. Hê jî li ba sûniyên kurd heye û pê bawer dikin.

Rojî

Êzîdîtiyê de roji salê sê roj e. Elewî jî salê sê roja rojiyê digirin. êzîdîtiyê de rojiya Xidir Elyes heye hema ne mecburin ji bo rêz girtinê tê girtin. Heman tişt nav elewiya de jî heye.

Dua kirin

Êzîdî û zerdûşt rojê du cara berê xwe dide tavê û dia dikin li ba elewiya jî ew bi wî rengî ye; elewî rojê sê cara berê xe dide rojê û dia dikin. Li cem wan jî mîna mislimantiya dema ku îbadet neyê kirin û demên heram hatine diyarkirin. 
Ew dem ev in:
1-Berî bangê hîna tav nû derdikeve
2-Nîvro tav li herî jor be
3-Ser êvarkî dema tav diçe ava
Di van deman de ji aliyê mislimana nimêj kirin herame.

Pîr û şêx

Êzîdîtiyê de ji xalê herî giringe şêx e. Di êzîdîtiyê de mirov teqûz mecbure ku ji xwe re Şêxekî bawer bike û pê baweriya xwe bîne. Yên bê Şêx be nikare li ser pira siratê derbas bibe ancax bi alikariya Şêxê xwe derbas bibe elewitiyê de jî ew bi wî rengiye herkes mecbure ku ji xwe re Pîr an Baba yekî bigre û pê baweriya xwe bîne yên bê Şêx û Baba bê mîna pezê bê şivan bê.

Agir

Di ola zerdûştiyê de agir pîroz e, bi piranî jî sê agirin. Elewîtiyê de jî agir pîroze, mirov agir ji bo karê xirab bi kar bîne gunehkar dibe karê xirab re mînak;
- tûfî kirina agir
- av lê rijandina wê
- bi agir mirov şewitandin
- bi agir mîstin
- heta mirov avê li xweliya wê ji nake.

Cem gerandin 


Di elewiya de ji xwe çûyîn an zikir heye û zikir a elewiya bi wî rengiye tenbûr def tê lêxistin qesîde te gotin hinek jin û mêr jî radibin û li dora xwe dizîvire destê wan li hewa yê . Di êzîdîtiyê de jî bi zikrê xwe de def erbane an jî bilûrê dixin.

Simbêl

Simbêl di elewitiyê de pir girînge di êzîdîtiyê jî pir giringe, giringiya wî bi wî rengiye. Li gorî baweriya êzîdiyan Adem di bihuştê de ye û bêsimbêl bû xwe simbêl ber bêvla wî ve kir û got tu carî neqûsîni. Em dibînin ku hê jî li ba elewiya simbêlê xwe naqusînin û ji qusandinê fedî dikin . Di nav me kurdan de sozek heye dibêjin ku ; kî soza xwe neyni cî bila simbêlê xwe biqusîne.

Çawa bû ku zerdeştê me êzîdiyên me û elewiyên me bû Şîa û xwe wisa dibînin. Berê amûrê ragihandinê hema hema qasî mirov bêje tuneyî pir hindik bû bi rastî jî li gunda tune bû li hinek navçe û bajaran rojname derdiket ew xwendin û nivîsandina mirovan tune bû.Dema xaçparez û misliman li ser êzîdiya û zerdûşta bi şûrê bandor kir û zext û zordariyê xwe da ser êzîdiya û zerdûşta ji bo ji ola xwe derkevin û werin ser ola wan.
Wan çer kir ew jî ji neçarî dihat ser ola wan hema wan jî aliyê muhaliftiya xwe derxist holê û gotin. Hz. Elî nav mislimantiyê de mihalîfin em jî ji aliyê Hz. Elî nin hema sedî sed ne baweriyek bi mislimantiyê mîna qalikê wan mislimantî hundirê xwe de dîsa êzîdîtiya xwe jiyan û ola xwe dan jiyandin.

Bi wê nîv baweriyê canê xwe ji şûrê zalima şûrê yên pişaftina dikirin xelas kirin. Ew bi hezar salan de hatiye wî rengî bi rastî jî gava mirov ji kîjan elewiya dipirse ka ola we bi çi rengiye nizanin bêjin çi û ji bo na wî rengî gelek elewiyê me bûne ateîst mislimantî dibêje ku 6661 ayet heye hûn ji wan ayetan yekî jî nepêjirinin hûn nikarin bibin misliman û bi xwe mislimantî pêk nayê. Qasî em dizanin elewiyên kurd mîna zerdeşt û êzîdiya îbadet dikin û tu ibadetê wan û mislimanan jî berbi hev naçin.

Yên ber bihev diçin jî ji elewiyên bektaşiyan ji yên mesneviyan girtine hema pir hindik mîna hev tevdigerin an jî îbadetê xwe dişibînin wan.Zimanê elewiyên li Kurdistanê dijîn hemû bi dimilî (zazakî) diaxifin yen dimilî ji bîr kirine û kurmanckî jî diaxifin ew jî ji Zerdûştiyê tê pirtûka Zend Avesta bi dimilî hatiye nivîsandin û Mishefa Reş jî bi kurdî ye.Bi baweriya min elewiyên li Kurdistanê dijin ne misliman in, ne jî xaçparez in bingeha olên wan zerdeşt û êzîdîne ew jî zerdeşt û êzîdî nin.

Hene li gorî wan di bin rêbertiya melekê tawis de, heft melek berpirsyarê cihanê ne. Cihan li gorî civînê wan digerin û karê cihanê rêk û pêk dikin. Ayîna cema yekem ji vê jêderkê dertê. Ku em dikarin bêjin ku cem gerandin fikr û îstîşare ye. Cema mêran roja pêncşemê dicivin û li ser êzîdîtiyê û pirsgirêkên êzîdîtiyê diaxifin û pirsgirêkê wan çareser dikin. Ango di Cema mêran de pirs û pirsgirêk ji bo çareserkirinê ji hev tên veçirandin.

Ev tiştên ku min li jor nivisandiye em hemû dizanin ku elewî jî li gorî xwe cematê girê didin û li ser karê elewîtiyê pirsgirêka çareser dikin. Cema mêran a êzîdiyan û cema elewiyan ji ber kombûn û peywira xwe gelek dişibin hevûdu. Di wan ceman de êzîdî û elewî heman tiştî bi kar tînin. Di herdu ceman de jî bi alavên muzîkê zikr heye û li dora xwe dizîvirin. Mesnevî mewlewiyan jî îhtimalek mezin e ji êzîdiya girtiye em ji ber zêde şibîna wav a hevûdu û Şex Adî bi qasî sed salek berya Mevlana jiyiyaye. Cem gerandin mirov bi rewşek zelal dibîne ku ji êzîdiyan derbasî mesnewiyê bûye .

Musayîvtî

Di êzîdîtiyê de xalek pir girîng heye ew jî ev ê. Dest biraktî an birayê axiretê li gorî baweriya êzîdiya eger birayekî te yî axiretê tune bi tu tena xwe nikarî bi ser pira siratê re derbas bibî. Mirov ji gunehê birayê xwe yî axiretê jî berpirsiyare. Îcar di elewitiyê de jî tiştekî bi wî rengî heye; du kesên pir ji hevdû hez dikin mîna xwişk û bira nav xwe de biryarê digirin û dibêjin em ê bivin birayê musayîv û dîçîn nik pîr ê xwe an babayê xwe biryara xwe bi pîr ve parve dikin sêvekî dikin du perçe her yek ji wê sêvê perçekî dixwin û li ba pîrê xwe sond didin.

Dibêjin ku zarokên me nikarin bizewizin xizmên me yî nêzîk nikarin bizewicin namusa te namusa min e loqek xwarin hebe ji em ê bi pewre parvekin. Musayîvtiyê de jî berpirsyarê gunehê hev in ji wê rewşê berpirsayê gunehê hev in; ji bo ku musayîv hîştiye guneha bike çima riya rast ber birayê xwe yî musayîv nexistiye ew jî ber pirsyarê gunehê hev in.Biratî û musayîvtî gelek di vê baweriyê de pîroz in.

Cem / Cuma Mêran

Cema mêran di êzîdîtiyê de jî heye û bi wî rengî ye êzîdîxan hene li gorî wan di bin rêbertiya melekê tawis de, heft melek berpirsyarê cihanê ne. Cihan li gorî civînê wan digerin û karê cihanê rêk û pêk dikin. Ayîna cema yekem ji vê jêderkê dertê. Ku em dikarin bêjin ku cem gerandin fikr û îstîşare ye.

Cema mêran roja pêncşemê dicivin û li ser êzîdîtiyê û pirsgirêkên êzîdîtiyê diaxifin û pirsgirêkê wan çareser dikin. Ango di Cema mêran de pirs û pirsgirêk ji bo çareserkirinê ji hev tên veçirandin.

Ev tiştên ku min li jor nivisandiye em hemû dizanin ku elewî jî li gorî xwe cematê girê didin û li ser karê elewîtiyê pirsgirêka çareser dikin. Cema mêran a êzîdiyan û cema elewiyan ji ber kombûn û peywira xwe gelek dişibin hevûdu. Di wan ceman de êzîdî û elewî heman tiştî bi kar tînin. Di herdu ceman de jî bi alavên muzîkê zikr heye û li dora xwe dizîvirin. Mesnevî mewlewiyan jî îhtimalek mezin e ji êzîdiya girtiye em ji ber zêde şibîna wav a hevûdu û Şex Adî bi qasî sed salek berya Mevlana jiyiyaye. Cem gerandin mirov bi rewşek zelal dibîne ku ji êzîdiyan derbasî mesnewiyê bûye.

HASÎP YANLIÇ/AMED