Kurmes Dernegi Resmi Web Sitesi

Şivan Perwer û Dilşad Seîd di ahengeka mezin de li Viyenayê

Ahengeka kurdî ya gelek mezin dê di êvara roja 30/1 2010ê de, bi berhevbûna hejmareka mezin ya mêvan û kesên navdar yên kurd û cîhanî (ji wan: serok komarê Nemsa Dr. H. Fischer) ku ji gelek welatên ewropî û Kurdistanê jî daxwazkirîne, li nav yek ji hêjatirîn holên (salon) taybet yên ahengên hêja û bilind yên bajarê Viyenayê, paytextê welatê Nemsayê, bihête li dar xistin.

Hunermendê mezinê gelê kurd Şivan Perwer dê di vê ahengê de, 12 stiranên xwe bêje, ku 3 ji wan bo cara yekemîn dê bihêne gotin. Muzîkvanê mezin û cîhanî û rêberê muzîka hevçerx ya kurdî mamosta Dilşad M. Seîd, ku dê rêveberya muzîka hemû karên vê ahengê bike, bi awayê Orkêstira semfonî ev hemû kar û stiran (bi Koral ve) berhevkirîne û note bo danîne. Her wesa ew bi xwe jî dê du parçeyên muzîka xwe pêşkêş bike. Stiranbêjê navdarê Nemsa Willi Resetarits, ku berî niha jî pişikdarî ahengên hunermend Şivan Perwerî bûye, dê bend û xalên programê ahengê (weke moderator) pêşkêş bike.

Ev karên he, bi pişikdariya du tîpên muzîkê dê bihêne encamdan, ku ev in: Tîpa semfonî ya Viyena (Ensemble Wien Klang) bi rêberya muzîkvanê nemsawî (bi resen yogoslavî) Azîs Sadikovic, ku ji 48 muzîkvanan û hemû amîrên muzîkê pêk hatiye. Tîpeka muzîka rojhelatî, ku ji 9 muzîkvanan pêk hatiye. Digel Koralekê rojavayî (24 kes in) û yekê rojhelatî (8 kes in).




Ji bona giringî û mezinya vê ahenga nayab dê bi kurtî amajeyê bi van xalan bikim:
Yek: Eve yekemîn ahenga kurdî ye bi vê mezinyê, ku daner û berhevkarê muzîkê û berpirsê tev karên hunerî bi giştî kurd be. Mezinya wê jî ew e ku dê karê hunerî yê ahengê li ser şanoyê du saetan vekêşe, bi pişikdariya tîpeka semfonî ya ewropî û yeka rojhelatî û du Koralên rojavayî û rojhelatî, ku dê hejmara kesên li ser şanoyê radiwestin bigehe 93 kesan.

Du: Mamosta Dilşadî awazên stiran û parçeyên muzîkê bo tîpa semfonî û ya rojhelatî û her du Koralan çêkirîne û nivîsîne. Anku: Aheng bi naverok û xalên programê xwe ve kurdî ye. Tenê di bicihanînê de hejmareka kêm ya kurda tê de pişikdar in.

Sê : Danan û nivîsîna bi awayê orkêstirali ne tenê girêdayî amîra ye, belkî mamosta Dilşadî Koral jî li ser zêdekiriye (Ku bi çar dengên cuda û rengekî hevrayî, bi zimanê kurdî karê xwe encam biden) digel tîpa semfonî, ku eve jî yekemîn car e karekê hosa mezin yê kurdî bi vî awayî dihête rêxistin.

Hejî gotinê ye ku di sê mehan de ev hemû kare hatin encamdan û eve jî heyameka gelek kêm e bo karekê hosa mezin. Biryarbû mamosta Dilşad hindek parçeyên nû yên muzîka xwe pêşkêş bike, lê ji ber kurtî û bertengiya demî negeha û dê du parçeyên kevin pêşkêş bike.

Li vir pêdviye destxweşiyê li rêkxerê vê ahengê rêzdar Elî Gidîk bikin, li ser rêxistina wî ya hêja û ciwana bo vê ahenga mezin, ku dê li nav Ewropî û biyanyan bi giştî astê muzîka kurdî bilindtir bike û xizmeta gişt doza kurdî li Ewropa û cîhanê biket. Li dawyê jî, pêdviye amajeyê bikin ku dê karekê muzîkî yê nûgehan (nişkayî) di ahengê de hebe û bila ew bo berhevbûyan bimîne.

kulturname.com