Kurmes Dernegi Resmi Web Sitesi

Li gundê Kurmeşê xebat kolektîf in

Jiyana komunal li çoltara Dersîmê di nav gundiyan de berdewam dike. Li gundê Kurmeşê ya navçeya Pertek a Dersîmê ku ji 100 malan ava bûye, 25 salin karên xwe yên rê, av, xizanî û pirsgirêkên civakî bi komîteyên ku sazkirine dimeşînin.

Emndamê komîteya gund ya girêdayî Komeleya Kurmeşê Asîye Erarslan, der barê jiyana kolektîf a gund de agahî dan. Erarslan diyar kir ku jiyana wan li dijî zirarên civakî ye û wiha axivî: “Gundiyê me debara xwe bi sed salane bi xwedîkirina ajalan dike. Ji bo çanda me ya zozana wenda nebe diberxwe didin. Ji gundê me akademîsyen, doktor, parêzvan û hunermend derketine. Li gund, li Ewropa û li Stenbol 3 komîteyên me hene û em hemû biryarên xwe li ser van 3 komîteyan vedigrin.”
Daristanê diparêzin

Erarslan, da zanîn ku bi biryara komîteya gund, bizinê zirar dane daristanê hatine firotin û ji bo tenduristiyê ji gom û axirên di nav gund de derxistine dervayê gund. Ersalan, biryara komîteya gund ya derbarê bizinan de wiha got: “Bizinan zirar didan daristanê. Em gundî kom bûn û me got em van bizinan xwedî bikin dê ekolojiya gund xera bibe. Me biryar girt û bizin bi tevahî hatin firotin. Ji ber ku 25 salin em bizinan bi xwedî nakin daristana tewr balkêş û geş ya gundê meye.”

Şiddeta li dijî jinê tê cezakirin
Erarslan derbarê şiddeta li ser jinê ya bi gotin û ser bedena jinê ya ku bi destê zilaman tê meşandin jî wiha axivî: “”Serokê komelaya gund û zêdeyî rêvebir jinin. Jin di biryarên derheqî gund de bi qasî zilaman xwedî axaftinine. Derbarê zilamekî li ser jine şiddetê bi meşîne de komîte kom dibe û li gorî baweriya me cezayê dibire. 3 meha berî niha zilamê ku dikan û qehwexaneya gund bi kar dihanî, bi mala hevalê xwe bi hevalê xwere araq vexwaribû. Xwedîyê xanîyan jine û ew kesa gilî komîteyê kir. Komîteyê derbarê wan kesan de biryara girtina 3 mehan ji bo dikan û qehwexaneyê da. Li gorî baweriya me pêwîste kesek bi sûcdar re ne axife. Ew kesê ku cezaya girtina dikan û qehwexaneyê girt, 3 mehan li gund kesî biwîre têkilî danenî û neaxifî.”
Alikariyê didin malbatên  girtî û nexweşan
Endamê komîteyê Turkan Gunerî jî, da zanîn ku hawîrdora gund ew na paqij dikin û li gorî jiyana civakî saz dikin. Gunerî diyar kir ku, li gund valakirina çopan û ajalên bi zirar qedexeye û wiha berdewam kir: “Pilan û sazkirina derdorê ji aliyê komîtya gund ve tê kirin. Komîteya gund der barê birevebirine de biryare dide û dixe jiyanê.” Turkan Gunerî jî destnîşan kir ku rokirina sergo ya li nava gund û gera sewalên bêxwedî li nava gund qedexe ye û wiha got: “Li gund qada sergo heye. Her kes gemara xwe û sergoyê xwe davê qada sergo. Her wiha qedexe ye ku sewalên bêxwedî li nava gund bigerin. Ji ber ku her kes derdorên xwe paqij dikin. Sergoyê gund her mehê carekê li qadek vala tê îmhakirin. Her wiha em di nava hevde bi mirovên nexweş û rewşa wî nebaş re alîkariyê dikin.”
‘Koperatifa mêşên hingiv a jinan’
Gunerî, destnîşan kir, di mihrîcanê de her sal li gorî bawerî û çanda elewiyên Kurd panel, semîner û şanoyan pêk tînin. Gunerî, destnîşan kir ku niha xebat û amadekariyên koperatifa mêşvaniyê ya jinan ava bikin dikin. Guner, bilêv kir ku penêrê tulum yê gundê wan jî pir giranbuha ye û difikirin ku patenta penêr bistînin.

FERHAT ARSLAN - DÎHA/DERSÎM